19:54 18 Hezîran 2018
Sergey Şoygu

Şoygu: "2 hezar milîtan bi 45 wesayîtan heremên sivîl bombebaran kirin"

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku balafirên rûsî li ser fermana Serokê Rûsyayê Pûtîn ev 16 roj in li asîmanê Helebê nefiriya ne, lê nêzî 2 hezar milîtanên mûxalif bi 45 wesayîtan herêmên sivîl bombebaran kirin.

Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku balafirên rûsî li ser fermana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ev 16 roj in li asîmanê Helebê êrişên hewayî pêk neanîne, lê nêzî 2 hezar milîtanên mûxalif bi 45 wesayîtan herêmên sivîl bombebaran kirin.

Sergey Şoygu li Moskovayê di civîneke parastinê de axivî û got: "Li ser fermana Serfermandar Vladimîr Pûtîn ev 16 roj in hêza hewayî ya Rûsyayê li bajarê Helebê operasyonên hewayî pêk neanîne."

Li gorî daxuyaniya Wezîrê rûsî, di nava vî 16 rojî de 2 hezar milîtanên mûxalifên ku bi nermî têne binavkirin bi 22 tank, 15 wesayîtên zirxî û bi 8 wesayîtên cihadî êrişî dibistan û nexweşxaneyên herêma Helebê kirin.

Şoygu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Korîdorên ku ji bo derbasbûna sivîlan li taxên rojhilatê Helebê hatibûn vekirin hê jî vekirî ne, lê milîtanên terorîst sivîlên ku berê xwe didin koridan êrişî wan dikin. Ma çawa bi mûxalifeteke wiha re dê muzakere werin kirin."

Li taxên rojhilatê Helebê ji bo derbasbûna sivîl û milîtanên nerm 8 korîdorên însanî hatibûn vekirin. Lê ji roja ku navber dane êrişên hêza hewayî milîtanên terorîst destûrê nadin ku sivîl di korîdoran de derbas bibin.

Bi heman mijarî:

Şoygu: "Em operasyonên xwe yên li Helebê îro radiwestînin"
Şoygu: "Rûsya, piraniya axa Sûriyeyê ji destê terorîstan derxist"
Şoygu: Em ê keştiya balafirê ya Amiral Kuznetsovê bişînin Rojhilatê Behra Spî
Şoygu: "Çekên rûsî başbûna xwe îspat kirin"
Şoygu: Di navbera Rûsya û Misirê de hecma bazirganî ya çekan zêde dibe
Etîketan:
Rawestandina operasyonên Helebê, Serokê dewleta Rûsyayê, Wezîrê Parastin ê Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Sergey Şoygu, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de