21:24 18 Sibat 2018
Zindî
    Balafira Su-35

    Ji bo balafira Rûsî ya tê firotin 'naveroka biaqil' tê

    © Sputnik/ Vladimir Atapkoviç
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balafira Su-35a Rûsî ya ku ji bo firotinê hatiye çêkirin wê bi teçhîzatên elektronîk ên wekî radara nû, pergala kontrolkirinê, pergalên şer ên elektronîkê were arastin.

    Şîrketa Teknolojiya Radyo û Elektronîkê (KERN) di daxuyaniya xwe de got, "Şîrketa me amade ye ku ji bo balafira nêçîrê ya Su-35a teçhîzatan peyda bikin." Hat dest nîşan kirin ku wê di heman demê de radara Irbis-E, pergala kontrolkirina çekê û amûrên şer ên elektronîk jî li pergalên di balafiran de tên çêkirin, werin zêde kirin.

    Hinek pispor diyar dikin ku Su-35 wê bibe rikberê balafirên şer ên F-15, Eurofighter û Rafale yên welatên Rojava û tê îfadekirin ku di hinek mijaran de wê balafirên şer ên nifşê 5emîn ê NATOyê derbas dike.

    Su-35 bi lez û barê şer ê giran dikare ji derveyî xeta şer jî şerê xwe berdewam bike û qebîliyeta lezbûn û amûrên şer ên elektronîk wê derfetê bide ku ji moşekên dijminan birevin.

    Etîketan:
    naveroka biqail, firotin, balafirên şer ên Rûsyayê, NATO, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de