14:44 19 Îlon 2017
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Konaşenekov: Hevkariya pîlotên rûs û amerîkî rê li ber qezayeke xeter girt

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Konaşenkov derbarê nêzîkatiya bixeter a navbera jetên Rûsya û Amerîkayê ku di 17ê vê mehê de li qada Sûriyeyê pêk hatibû de axivî û diyar kir ku ji ber hevkariya bibandor a herdû pîlotan, rê li ber qezayeke bixeter hat girtin.

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konaşenkov diyar kir ku nêzîkbûna balafira çavdêriyê ya E-3Ayê rêbazên hewayî binpê kir, bi awayekî xeter nêzîkî jeteke rûsî bû û wiha got: "17ê Cotmehê, li Rojhilatê Dêra Zorê balafira çavdêriyê ya Amerîkayê ku bi AWACSê arastî ye nêzîkî kîlometreyekê çû û bi qasî 500 metreyî bi awayekî xeter nêzîkî jeta Su-35ê bû."

    "RAYEDARÊN AMERÎKÎ LÊBORÎN XWEST"

    Konaşenkov diyar kir ku piştî bûyerê, pisporên baregeha Himeymimê bi hevpîşeyên xwe yên amerîkî re pêwendî danîn û Fermandariya Hêzên Hewayî yên Amerîkayê lêborîn xwest lê wan soz neda ku di rewşên wiha de hevkariyê bikin.

    "EM SEYR MAN"

    Herwiha Konaşenkov ragihand ku ew ji ber daxuyaniya Berdevkê Fermandariya Hêzên Hewayî yê Amerîkayê Generalê amerikî jeffrey Harrigan ku gotibÛ jetên rûsî nêzîkî yên amerîkî bûne, seyr man û wiha got: "Em careke din seyr man bê çawa Amerîka hewl da Rûsyayê tawanbar bike."

    Ji aliyê din ve, rayedarê rûs teqez kir ku piştî vê bûyerê, careke din diyar bû bê hevkariya navbera herdû aliyan çiqasî giring e.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Seferên balafir ên Misirê dibe ku heta dawiya salê destpê bikin
    Rûsya: 10 rêxistinên di lîsteya agirbestê ya DYA de, bi DAIŞ û El Nûsra re hevkariyê dikin
    Rûsya: Em amade ne bi Amerîkayê re ji bo Sûriyeyê bixebitin
    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 857a
    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 855a
    Rûsya: Milîtanan li Helebê êrîş bir ser dibistanê, 3 zarok mirin
    Etîketan:
    hevkarî, balafir, Igor Konaşenkov, Sûriye, Dêra Zorê, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de