01:09 26 Îlon 2017
Zindî
    balafira rûsî-rûs-balafir

    Rûsya: Seferên balafir ên Misirê dibe ku heta dawiya salê destpê bikin

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2830

    Wezîrê Ragihandinê yê Rûsyayê Maksim Sokolov got dibe ku heta dawiya salê ji bo ku di navbera Rûsya û Misirê de ji nû ve seferên balafiran were destpêkirin, biryar were girtin.

    Sokolov bersiva pirsên rojnamgeran da û got, "Ger ku hemkarên me yên Misirî heta meha kanûnê dawet bikin û kom bil ez bixebite û raporê amade bike, em ê vê pêşkeşî rêveberiya welêt bikin. Ger ku rêveberî jî di vî alî de biryarê bigire, dibe ku sefer heta dawiya salê were destpê kirin. Lê ve tenê niha feraziye ne."

    ‘HETA NIHA TENÊ PÊŞNIYAREK NEHATIYE BICIH ANÎN'

    Sokolov dest nîşan kir ku Misirê piraniyê pêşniyarên Rûsya yên di derbarê ewlehiya balafirxaneyan de bicih anîne û got, "Heta niha tenê pêşniyerek bicih nehatiye. Ev pêşniyar jî di derbarê pergala biyometrîk a xebatkarên balafirxaneyan de ye. Em dipên ku di hefteyên pêş de ev jî wer bicih anîn."

    ÇI BÛBÛ?

    Balafira Airbus A321 a Rûsî di 31ê Cotmeha 2015a de li Nîvgirava Sîna ya Misirê ketibû û 224 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Ketina balafirê DAIŞê girtibû ser xwe. Rûsya ji ber ewlehiyê seferên balafiran a Misirê rawestandibû.

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: Di navbera Rûsya û Misirê de hecma bazirganî ya çekan zêde dibe
    Rûsya ji bo ewlehiya balafirxaneyan wê kîjan sîsteman bide Misirê?
    Hêzên Misirê li Nîvgirava Sînayê 15 DAIŞî kuştin
    Balafira rêwiyan a Rûsyayê li Misirê kete xwarê
    'Pûtîn firîna balafiran a ber bi Misirê qedexe kir'
    Etîketan:
    dawiya salê, destpêkirin, seferên balafiran, Wezîrê Ragihandinê yê Rûsyayê, DAIŞ, Maksim Sokolov, Nîvgirava Sinayê, Misir, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de