22:26 24 Îlon 2017
Zindî
    Sûriye

    Rûsya: 10 rêxistinên di lîsteya agirbestê ya DYA de, bi DAIŞ û El Nûsra re hevkariyê dikin

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3410

    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de derbirî ku di lîsteya rêxistinên beşdarî agirbestê bûne û ji aliyê Amerîkayê ve hat pêşkeş kirin de 10 rêxistin hene ku bi DAIŞ û Fetih El Şam (bi navê berê Eniya El Nûsra) re hevkariyê dikin.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, "Washingtonê di lîsteya rêxistinên beşdarî agirbestê bûne û pêşkeşî Rûsyayê kiriye de cih daye rêxistinên ku jê wan 2 li gel DAIŞê, 8 jî li gel El Nûsrayê şer dikin. Hebûna rêxistinên wekî Ahrar'uş Şam û Lîwaya Nureddîn Zengî pêbaweriya lîsteya Amerîkayê ji holê radike."

    'JI BO RASTIYÊN Dİ DERBARÊ PEYMANA AGIRBESTÊ VEŞÊRIN LI DIJÎ RÛSYAYÊ KAMPANYA TÊ MEŞANDIN'

    Hat derbirîn ku di çapemeniyê de bi kampanyaya li dijî Rûsyayê tê xwestin ku sedemên rastiya li paş xerabûna peymana Rûsya û Amerîkayê wer veşartin û wiha hat berdewam kirin: "Ji bo kur ola Rûsyayê bê qîmet bike û ji bo ku welatê me wek sedema hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê nîşan bide di çapemeniyê şêwayeke li dijî Rûsyayê tê bikar anîn. Moskova di warê qeyranê de bi armanckirina çareseriya leşkerî tê sûcdar kirin. Sedema kampanyayê ew e ku berpirsên rastîn ên sedema têkçûna peymana agirbestû ya li Sûriyeyê werin veşartin."

    ‘RÛSYA Lİ BERAMBERÎ HEMÛ TIŞTAN JI BO HEVKARIYÊ AMADE YE'

    Nûnertiya Daîmî ragihand ku komên di bin kontrola Washingtonê de di navbera mehên Sibat û Îlonê de 2 hezar û 31 caran agirbest îhlal kirin û di encama vê yekê de 3 hezar û 500 leşkerên Sûriyeyî û 12 hezar û 800 sivîl hatin uştin û derbirî ku Rûsya li beramberî van tiştan ji bo çareseriya li Sûriyeyê amade ye ku Amerîka jî di nav de bi hevkarên xwe re hevkariyê bike.

    Nûnertiyê da zanîn ku hevkarî wê girêdayî prensîba wekheviyê û sepandina berpirsyariyan be.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Milîtanan li Helebê 15 kes kuştin, herî kêm 150 kes jî birîndar kirin
    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 857a
    Rûsya dîsa nebû endamê Konseya Mafên Mirovan a NY
    Rûsya: Balafirên şer ên Amerîkayê êrişî dibistanê kirin
    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 855a
    Rûsya: Milîtanan li Helebê êrîş bir ser dibistanê, 3 zarok mirin
    'Rûsya li Sûriyeyê çavdêriya berjewendiyên welatên herêmê dike'
    Rûsya: Vîdyoya êrişa hewayî ya li hemberî dibistanê montaje
    Etîketan:
    rêxistin, daxuyanî, EL Nûsra, Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî, DAIŞ, Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de