09:58 21 Îlon 2017
Zindî
    Yekemin salvegera bi Rûsyayê re yekbûna Qirimê

    Wekîlê Rûsî ji Îranê re nameyek şand: Qirimê wek axa Rûsyayê binasin

    © Sputnik/ Mihail Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Wekîlê binbaskê Parlamentoya Rûsya yê Dumayê Yevgeniy Fyodorov ji bo ku Qirim wek axa Rûsyayê were nasîn nameyek ji Îranê re şand. Pisporê ÎRanê Şurî jî dibêje pir zehmet e ku Tahran bersiveke erênî bide nameyê.

    Serokê Komîteya Polîtîkayên Aborî û Muşebîsî yê Dumayê Fyodorov nameyak ji bo Serokatiya Meclîsa Îranê nivisî û di nameyê de bangî hikumeta Tahranê kir, da ku Qirimê wek axa Rûsyayê binase.

    Fyodorov derdbirî ku Îran tenê ne hevkarê aborî yê Rûsya ye, di heman demê de mitefîqên hevdu yên leşkerî û siyasî ne jî. Fyodorov diyar kir ku ger Tahran Qirimê wek axa Rûsyayê binase, têkiliyên di navbera herdu welatan de wê hîn xurt bibe.

    KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE: EM PIŞTGIRIYÊ DIDINÊ

    Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Dumayê Leonid Slutskiy jî ji bo Russia Todayê axivî û anî ziman ku ew piştgiriyê dide vê înisiyatîfa Fyodorov.

    ‘PIR ZEHMET E KU TEHRAN PIŞTGIRIYA MOSKOVAYÊ BIKE'

    Ji aliyê din ve Midurê Bernameya Avrasya ya Navenda Lêkolînên Stratejîk a Tehranê Mahmûd Şurî ji bo Sputnikê got "Îran daxwazên Rûsyayê yên di derbarê vê mijarê de fêm dike lê pir zehmet e ku Tehran di mijara Qirimê de piştgiriya Moskovayê bike"

    Li Qirimê di 16ê Adara 2014a de referandûm hatibû lidarxistin û di encamê de biryar derketibû ku Qirim bi Rûsyayê ve were girêdan.

    Bi heman mijarî:

    Serokdewletê yekem ê Ûkraynayê Kravçuk: Qirim perçeyekî Rûsyayê ye
    Qirim: Welatê me ji Tirkiyê ewletir e
    Qirim buye nakokiya sereke ya di navbera Moskowa û Enqerê
    Qirim dikare bibe bajareke nukleerî
    Qirim - Vegera Ber Bi Malê
    Etîketan:
    nasîn, şandin, name, Serokê Komîteya Polîtîkayên Aborî û Muşebîsî yê Dumayê, Midurê Bernameya Avrasya ya Navenda Lêkolînên Stratejîk a Tehranê, Leonid Slutskiy, Mahmûd Şurî, Yevgeniy Fyodorov, Tehran, Moskova, Qirim, Îran, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de