08:48 23 Îlon 2017
Zindî
    teqîn-heleb-zanîngeha helebê

    Rûsya: Milîtanan li Helebê 15 kes kuştin, herî kêm 150 kes jî birîndar kirin

    © REUTERS/ Ammar Abdullah
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Wezareta Parastinê Rûsyayê piştrast kir ku milîtanan li Helebê di 24 saetên dawiyê de 15 sivîl kuştine û 150 kes jî birîndar kirine.

    Rayedarekî nexweşxaneyê duh ji Sputnikê re axivî û gotibû "Li gor3i daneyên li ber destê me di êrîşên topên hawanê û moşekan ên li hemberî xwecih de zêdetirî 15 kes hat kuştin. 150 kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyê."

    Navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê daxuyaniyek da û daxuyaniya xwe de diyar kir ku milîtanan êrîşên xwe zêdekirine û got "Di nava 24 saetên dawiyê de 15 kes hatin kuştin, herî kêm 150 kes jî birîndar bûn." Her wiha di daxuyaniyê de hat derbirîn ku milîtanan di nava 24 saetên dawiyê de zêdetirî 100 êrîşên topbaranê kirine.

    Milîtanan di nava 24 saetên dawiyê de li Helebê li 8 herêman êrîş pêk anîn. Di êrîşan de saziyên civakî yên wekî dibistan, nexweşxane û tesîsên sivîl hedef hatin girtin. Piştî êrîşan nexweşxaneya li navenda Helebê tijî bû.

    ‘LI BERAMBERÎ HEMÛ TIŞTAN EM Ê BISERKEVIN'

    Dayikekê bi çavên hêsir got "Keçika min û kurê min mirin. Yek 15 salî, yê din jî 20 salî bû. Gava ku mayîn teqiya ji tirsa hevdu himbêz kirin û wisa bi hevdu re mirin."

    Zilamekî ku rûyê wî di nava xwînê de mabû jî wiha axivî: "Topa hawanên rastî xaniyê me hat. Agir bi mala me ket û her tiştên me şewitîn. Di encama teqînê de kapên kurê min jê bûn û em niha nizanin ka ew li ku ye. Terorîst çekên giran ên wekî moşekan bikar tînin. Lê li beramberî her tiştî dîsa em ê biserkevin û em ê di demeke nêzîk de ji wan rizgar bibin."

    Bi heman mijarî:

    Terorîstan li Helebê êrişî sivîlan kirin: 15 mirî 150 jî birîndar
    Li Qamişloyê teqîna xwekujî: 35 kuştî û 150 birîndar
    Hejmara kuştiyên Sûdanê ji 150 kesî bihurî
    Li Fransayê hejmara qurbaniyan zêde dibe: 84 mirî 150 birîndar
    Etîketan:
    birîndarkirin, kuştin, milîtan, Navenda şopandina agibestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Heleb, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de