21:17 26 Îlon 2017
Zindî
    Sûriye, şerê navxweyî

    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 857a

    © REUTERS/ Ammar Abdullah
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Navenda şopandina agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê ragihand ku li Lazkiyeyê bi nûnerên 2 herêmên din re peyman hat danîn û got bi vî awayî hejmara herêmên beşdarî pêvajoya agirbestê bûn, gihîşt 857a.

    Sûriye
    © AP Photo/ Alexander Kots/Komsomolskaya Pravda via AP
    Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat dest nîşan kirin ku li Sûriyeyê agirbest di nava 24 saetên dawiyê de 42 caran hat îhlal kirin û hat gotin ku rêxistinên çekdar ên deryasayî li herêmên Şam (17), Heleb (15), Lazkiye (4), Hama (4), Dera (1) û Kuneytrayê (1) bi çekên giran êrîş birin ser xwecih û sengerên artêşa hikumetê.

    Ji aliyê din ve navendê anî ziman k udi 24 saetên dawiyê de 6 kampanyayên mirovî hat destpê kirin û hat dest nîşan kirin ku ji bo xwecihê Bşavî yê Hamayê tonek û nîv, ji bo xwecihê Seyda Zeyned ê Şamê 3 ton, ji bo dibistina Amar Hali ya li bajarê Lazkiyeyê 2 ton û nîv, ji bo Nexweşxaneya Zanîngeha Razî û yekîneyên polîsên leşkerî yên li Helebê jî 400 kîlogram malzeme wek alîkariya mirovî hatine şandin.

     

    Etîketan:
    herêmên beşdarî agirbestê bûn, hejmar, Navenda şopandina agibestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Hama, Lazkiye, Şam, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de