02:25 21 Gulan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Kremlin: Serdana Pûtîn a Kirimê ne karê ti kesî ye

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov îro pêncşemê ragihand ku serdana Serokê Dewleta Rûsayayê Viladîmîr Pûtîn bo Kirimê ne kartê ti dewletê ye, Ûkrayna jî di nav de û teqez kir ku mafê serokê rûsî ye ku serdana her devera Rûsyayê bike.

    Peskov îro derbarê portoestoya Ûkraynayê li ser serdana Pûtîn bo Kirimê ji rojnamevanan re axivî û wiha got: Ûkrayna bi awayekî gerdîşî protestoya xwe destnîşan dike û em jî bi awayekî gerdîşî ti giringiyê nadin wê protestoyê. Serokê rûs serdana wan deverên Rûsyayê dike yên dibîne ku giring e serdana wan bike. Ev meseleyeke navxweyî ya Rûsyayê ye. Ev ne karê ti dewletê ye, Ûkrayna jî tê de."

    Ji aliyê din ve, Pûtîn duh serdana nîvgirava Kirimê kir ku li wê derê beşdarî civîna Eniya Gelî ya Tevahiya Rûsyayê bibe.

    Eniya Gelî ya Tevahiya Rûsyayê hevalbendiyeke rêxistinên siyasî û civakî ye ku di sala 2011an de ji aliyê Viladîmîr Pûtîn ve hatibû damezirandin gava ku serokê hikûmetê bû.

    Herwiha Kirim di referandûma 16ê Adara 2014an de bû herêmeke federal a Rûsyayê piştî ku piraniya beşdaran deng ji bo tevlîbûna Rûsyayê da lê Ûkrayna ew encam qebûl nekir.

    Bi heman mijarî:

    Mariani: Divê dewletên rojavayî êdî qebûl bikin ku Kirim beşeke Rûsyayê ye
    Bi hatina havînê Kirim bi kulîlkan xemilî
    Venedîkê, Kirim wekî perçeyekî Rûsyayê nas kir
    Rûsya: ‘Kirim ne mijara nîqaşê ye'
    Seroka Parlamentoya Sûrîyeyê: "Em Kirimê wek perçeyeke jêveneqetîn a Rûsyayê nas dikin"
    Serdozgera Kirimê Poklonskaya jî bû parlamenter
    Etîketan:
    Eniya Gelî ya Tevahiya Rûsyayê, Valdimîr Pûtîn, Dmitriy Peskov, Ûkrayna, Kirim, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de