02:21 18 Tebax 2017
Zindî
    Vladimir Putin

    Pûtîn: "Li Kirimê hinek problemên ku divê werin çareserkirin hene"

    © Sputnik/ Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku li Kirimê hinek problemên ku divê werin çareserkirin hene, gerek em dev ji wan bernedin.

    Kirim — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku li Kirimê hinek problemên ku divê werin çareserkirin hene û divê em dev ji wan bernedin. Di serî de divê em li ser nûjenkirina avadaniya binerdi rawestin.

    Pûtîn ji bo ku tevlî Foruma Çalakî ya Cepheyê Gel ê Rûsyayê bibe îro çû bajarê Yaltaya Kirimê. Ev serdana Pûtîn, piştî ku Kirim di sala 2014an de bi Federasyona Rûsyayê ve hate girêdan serdana 6emîn e.

    EM JI BO ENTEGREKIRINA KIRIMÊ YA BI SER RÛSYAYÊ VE DIXEBITIN

    Serokê rûsî di axaftina xwe ya forumê de got: "Li Kirimê hê jî gelek problemên ku divê werin çareserkirin hene. Ev problemên salane ne ku ketine ser hevûdû. Divê pêşî em girîngiya bidin çareseriya problemên hestyar, yanî em pêşengiyê bidin avadaniyeke nûjen a binerdi. Herwiha divê em li ser qadên îstîhdamkirinan jî rawestin."

    Serokê Rûsyayê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji sala 2014an ve ji bo ji hêla hiqûqî, ekonomî û vesazkirinên civakî Kirim bi Rûsyayê ve entegre bibe, em xebatên mezin û berfireh dikin."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: "Pira Kerçê wê Kirimê bi Rûsyayê re bike yek perçe"
    Pûtîn, piştî hewla Ûkraynayê ku xwest têkeve Kirimê Konseya Ewlehî civand
    Pûtîn, bi rêya telefonê li Kirimê tevlî civînekê dibe
    Pûtîn: ‘Li Kirimê mîsyoneke me dîrokî heye'
    Etîketan:
    Serdana Pûtîn a kirimê, Foruma Çalakî ya Cepheyê Gel ê Rûsyayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Kirim, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de