12:57 20 Tebax 2017
Zindî
    Vladîslav Surkov

    Peskov: "Hisabê cîgirê Pûtîn nehatiye hackkirin"

    © Sputnik/ Alexey Druzhinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Berdevkê Ofîsa Ragihandin ê Kremlînê Dmitriy Peskov eşkere kir ku hisabê Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîslav Surkov nehatiye hackkirin.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Ofîsa Ragihandin ê Kremlînê Dmitriy Peskov eşkere kir ku hisabê Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîslav Surkov nehatiye hackkirin û ev nûçe ji bînî derew e.

    Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Ûkraynayê de cih girtibûn, qaşo hinek hackkirin ûkraynî hisabê elektronîk ê Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîslav Surkov hackkirine û li ser malperên înternetê hinek belgeyên wî parve kirine.

    Dmitriy Peskov di civîna çapemenî de bersiva rojnamevanan de û got: "Me belge dît, belgeyeke balkêş bû, lê ew belge ne aîdî Surkov bû, ji xwe Surkov hisabê elektronîk bi kar nayîne. Xuyaye ku hinek kes ji bo ku ve belgeyê amade bikin pir xebitine."

    Bi heman mijarî:

    Peskov: "Çapemeniya rojavayî çalakiyên rûs û sûrî yên li Helebê naweşînin"
    Peskov: Êrîşên milîtanan pêvajoya bêhnvedana mirovî asteng dike
    Peskov: Ji bo Sûriye nekeve destên cîhadîstan, divê Esad li desthilatê bimîne
    Peskov: "Pûtîn û Erdogan baweriya navbera xwe xurt dikin"
    Peskov: "Encama herî baş a Normandiyayê pekanîna Peymana Minskê ye"
    Etîketan:
    Berdevkê Ofîsa Ragihandin ê Kremlînê, Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladîslav Surkov, Dmitriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de