16:53 23 Tebax 2017
Zindî
    Pompeya petrolê

    Rûsya: "Dibe em hilberîna petrolê rawestînin"

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Rêxistina Welatên Petrolê Îxraç Dikin (OPEC) Vladimîr Voronkov ragihand ku em dikarin li ser rawestanina hilberîna petrolê bifikirin.

    Navenda Nûçeyan — Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Rêxistina Welatên Petrolê Îxraç Dikin (OPEC) Vladimîr Voronkov ragihand ku ev mûzakereyên ku ji bo armanca îstîqrara bazara petrolê têne kirin, dibe Rûsya jî di asteke makul de hilberîna xwe ya petrolê rawestîne. Moskova dikare pozîsyona xwe ya ji bo pêvajoya mûzakereyan biguherîne û di asteke makul de rawestandina petrolê binirxîne.

    BILA HILBERÎNA PETROLÊ DI ASTEKE MAKUL DE WERE RAWESTANDIN

    Vladimîr Voronkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Armanca mûzakereyan nêzîkbûneke pêvajoyên hevpar e. Di hevdîtinan de hê em di serî de ne û niha em nizanin wê daxwaza hevpar çawa şekil bigire. Lê îro em daxwaza rawestandina hilberîna petrolê makul nabînin. Em dibên bila hilberîna petrolê di asteke makul de were rawestandin û bazara petrolê jî li gorî wê şekil bigire. Dibe ev nêzîkatî di mirura demê were guherandin."

    Bi heman mijarî:

    Novak: Peymana di navbera endamên OPECê wê asta hilberandina petrolê diyar bike
    Rûsya hilberîna petrolê derdixe 200 milyon tonê
    Endamên OPECê biryara petrolê da
    IMF: "Hinek amareyên ku DAIŞ petrolê difiroşe Tirkiyeyê hene"
    Qiralê Erebîstana Siûdîyê Wezîrê Petrolê ji karî avêt
    Etîketan:
    Daxwaza rawestandina hilberîna petrolê, Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Rêxistina Welatên Petrolê Îxraç Dikin (OPEC), Vladimîr Voronkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de