11:07 20 Tebax 2017
Zindî
    operasyona Mûsilê

    Izvestiya: Moskova wê zanyariyên DAIŞiyên li derdora Mûsilê bide Bexdayê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Rojnameya Izvestiyayê nivîsand ku Moskova wê zanyariyên istixbaratê yên DAIŞiyên li Mûsil û derdora wê bide Bexdayê.

    Moskova — Li gorî zanyariyên çavkaniyekî dîplomatîk a leşkerî daye Izvestiyayê, rayedarên leşkerî yên Iraqê ji Wezareta Berevaniya Rûsyayê daxwaz kirine ku zanyariyên istixbaratê yên derbarê terorîstên DAIŞê de bi wan re parve bikin.

    Çavkiniyê diyar kiriye ku gelek DAIŞî ji Mûsilê diçin Sûriyê û ten û ji ber vê dikevin qada dîtinê ya leşkerin rûsî û wiha axivî: "Aliyê rûs, bersiva erênî da daxwaza Bexdayê û niha zanyariyên istixbaratê yên ku wê bidin leşkerê Iraqê amade dikin."

    'KOSAÇEV: TI ASTENGÎ NÎNE'

    Serokê Komîteya Karên Derve yê Konseya Federasyonê ya baskê bilind a Parlamena Rûsyayê Konstantin Kosaçev jî ji Izvestiyayê re diyar kir ku, Rûsya amade ye zanyariyên istixbaratê yên derbarê DAIŞiyan de bi Iraqê re parve bike.

    Kosaçev destnîşan kir ku "Rûsya û Iraq di mijara lihemberderketina terorîzmê de bi heman armancê tevdigerin" û wiha berdewam kir: "Ji ber wê jî li pêşiya parvekirina zanyariya istixbaratê ya aliyan ti asteng nîne."

    Serokwezîrê Iraqê Haydar el Ebadî diyarkiribû ki di 17ê Cotmehê de ji bo paşdegirtina Mûsilê ya di bin kontrola DAIŞê de operasyon hatiye destpêkirin. Li gel 30 hezar leşkerên artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge hin hêzên milis jî beşdarî operasyona leşkerî dibin û hêzên hevpeymanê bi êrîşên hewayî piştgiriyê didin operasyonê.

    Etîketan:
    Komîteya Karên Derve yê Konseya Federasyonê yê Parlamena Rûsyayê, Artêşa Iraqê, Pêşmerge, Rojnameya Izvestiyayê, DAIŞê, Heyder Ebadî, Konstantin Kosaçev, Rûsya, Iraq, Bexda, Sûriye, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de