21:40 19 Tebax 2017
Zindî
     Dmitriy Medvedev

    Di foruma ku Medvedev tevlî bibû de dengê teqînan hat bihîstin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Li Moskovayê di foruma ku Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev tevlî bibû de dengê teqînan hat bihîstin.

    Moskova — Li Moskovayê di foruma ku Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev tevlî bibû de dengê teqînan hat bihîstin û ji ber dengê teqînan navber dane forumê.

    Ofîsa ragihandin a hikûmeta rûsî di daxuyaniya xwe de ragihand ku dengê teqîna ku di dema foruma inovasyonê de hat bihîstîn ji ber qontaxa elektrîkê bû. Li gorî daxuyaniyê piştî qontaxa elektrîkê ji bo ku şewat di avahiya ku forum têde dihat kirin dernekeve bergiriyên pêwist hatine girtin, lê digel wê jî biryara navber dayîna forumê û hemû kesên ku li salonê ne were tahliyekirin.

    Ji aliyê din ve medyaya Rûsyayê ragihand, piştî denge teqînan Serokwezîr Dmitriy Medvedev û cîgirê wî Arkadiy Dvorkovîç ji salona forumê hatin tahliyekirin.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de