03:55 21 Tebax 2017
Zindî
    Gazprom

    Gazprom: "Dibe di sewkiyata xaza siruştî ya Tirkiyeyê de kêmbûn çêbibe"

    © REUTERS/ Maxim Zmeyev/File Photo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Cîgirê Serokê Lijneya Rêvebir a Gazpromê Aleksandr Medvedev ragihand ku li gorî pêşbîniyan dê îsal 24.5 milyar metrokup xaza siruştî sewkî Tirkiyeyê bibe û ev jî li gorî sala borî kêm e.

    Moskova - Cîgirê Serokê Lijneya Rêvebir a Gazpromê Aleksandr Medvedev di hevpeyvîna xwe ya kovara Gazpromêde ragihand ku li gorî pêşbîniyan dê îsal 24.5 milyar metrokup xaza siruştî sewkî Tirkiyeyê bibe.

    Aleksandr Medvedev di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Di sala 2015an de reqema sewkiyata xazê zêdetir bû. Tirkiye piştî bazara Almanyayê bazara mezin a duyemîn e. Di sala 2015an de me 27 milyar metrokup xaza siruştî îxracî Tirkiyeyê kir. Li gorî pêşbîniyên me ev reqem îsal wê dakeve derdora 24.5 milyar metrokupî û li gorî sala 2017an jî pêşbîniya me 25.1 milyar metrokup e."

    Ev daxuyaniya şirketa enerjî ya Gazproma rûsî ku dê îsal derdora 24.9 milyar metrokup xaza siruşti sewkî Tirkiyeyê bibe, tê vê wateyê ku li gorî sala borî dê xaza siruştî 9.2 kêm bibe. Lê rêvebirê Gazpromê Medvedev sedema kêmbûna sewkiyata xaza siruştî eşkere nekir.

    Bi heman mijarî:

    Gazprom: "Di 2017an de em ê dest bi înşaeta Herka Tirkî"
    Gazprom: Wê ji bo Almanyayê di asta rekorê de sewqiyata xazê were kirin
    Gazprom: "Ji bo Herka Tirkî me piraniya destûrên pêwist wergirtin"
    Gazprom: Li Tirkiyayê ji bo pêşxebat bên kirin destûr hat standin
    Gazprom dixwaze li Tirkiyê ji xaza siruştî elektrîkê bihilberîne
    Etîketan:
    Sewkiyata xaza siruştî, Şirketa Enerjî ya Gazpromê, Cîgirê Serokê Lijneya Rêvebir a Gazpromê, Aleksandr Medvedev, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de