07:57 24 Tebax 2017
Zindî
    Zarokên helebî

    Konaşenkov, şertê vegera bêhnvedana însanî eşkere kir

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov şertê vegera bêhnvedana însanî eşkere kir û ragihand ku divê saziyên navneteweyî gerantiya sivîlan bidin.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov şertê vegera bêhnvedana însanî eşkere kir û got: "Ji bo dîsa destpêkirina bêhnvedana însanî divê di serî de sazî û dezgehê navneteweyî gerantiya sivîlan bidin. Herwiha Rûsya û hikûmeta Sûriyeyê amadeye ku nexweş, birîndar û sivîlên li herêma Helebê ku di bin kontrola mîlîtanên mûxalif dene tahliye bike. Lê divê ev sazî û dezgehên navneteweyî gerantiyê bidin.

    Îgor Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Artêşên Sûriye û Rûsyayê ev 8 rojin li asîmanê Helebê operasyonên hewayî pêk nayînin û li gorî moratoryumê tev digerin. Li derdora Helebê qadeke 10 kîlometroyî heye û balefir nêzîkî wir nabin. Hê jî 6 korîdorên însanî li taxên rojhilatê Helebê vekirîne û sivîl dikarin ji wir herêmê biterikînin û li korîdoran alîkariya xwarin û tendirustî jî tê dayîn."

    Hêzên Hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê di 18ê Cotmehê de ji bo sivîlên li taxên rojhilat ên Helebê dijîn bajar biterikînin operasyonên xwe yên hewayî rawestandibûn.

    Bi heman mijarî:

    Konaşenkov: "Ev 7 rojin balefirên rûsî li ser Helebê nefiriya ne"
    Konaşenkov: "Nûçeyên ku dibêjin Amerîka wê êrişî artêşa sûrî bike kare CIAyê be"
    Konaşenkov: ‘Di destê terorîstan de çekên ku dikarin balafiran bixînin hene'
    Konaşenkov: 'Rûsya, Tirkiye û Amerîka dikarin ji bo Sûriyeyê rûnin masê'
    Etîketan:
    Rewşa Herêma Helebê, Dirêjkirina bêhnvedana însanî, Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de