08:00 24 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Jirinovski: Ger ku Erdogan biçe, Tirkiye wê belav bibe

    © Foto: AA/ Raşit Aydoğan
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1501

    Serokê Partiya Demokrata Lîberal a Rûsyayê Vladimir Jirinovski parast ku ger Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dev ji peywirê berde Tirkiye wê belav bibe.

    Jirinovski di televîzyona dewletê ya Rûsyayê Rossiya 1ê de di bernameya bi navê Veçerê de axivî û îdia kir ku hêzên ji derve dixwazin Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan têk bibin. Jirinovski got "Ger Erdogan biçe Tirkiye wê belav bibe."
    Jirinovksi di bernameya bi pêşkeşvaniya Vladimir Solovyov de ev tişt gotin:

    "Rojhilata Navîn hîn jî herêma herî bi rageş ya cihanê ye. Amerîka her kesî dixapîne. DYA ji bo ku Rûsya, Çîn û Ewropayê têxe rewşa dijwar li Rojhilata Navîn kaosê pêk tîne. DYA dixwaze Rûsya bi rageş be. Ji ber ku pêşketina aborî ya Rûsî nayê hesabê Washingtonê."

    ‘PIŞTÎ IRAQ Û SÛRIYEYÊ DIBE KU DI RÊZÊ TIRKIYE Û ÎRAN HEBE'

    Ger ku em bihêlin Iraq û Sûriye perçe bibe, wê gavê dibe ku di rêzê Tirkiye û Îran hebe. Piştre jî bûyer wê bigihêje Qafqasan. Jixwe ev jî nayê hesabê me. Çima di dema hewldana derbeyê de piştgiriya Erdogan kirin. Ji ber ku Erdogan biçe, Tirkiye wê belav bibe. Tirkiye niha li ser linga ye. Lê ger ku wek yên din Erdogan jî ji navberê rakin, wê gavê Tirkiye wê belav bibe."

    Bi heman mijarî:

    Yek ji welatên Pûtîn herî zêde serdana wê dike Tirkiye ye
    Peskov: "Pûtîn û Erdogan baweriya navbera xwe xurt dikin"
    Tufenkçi: "Hevdîtinên Pûtîn û Erdogan pir girîng in"
    Pûtîn û Erdogan operasyona Mûsilê axivîn
    Etîketan:
    belavbûn, çûn, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Lîberal a Rûsyayê, Recep Tayîp Erdogan, Vladimir Jirinovski, Îran, Sûriye, Iraq, Amerîka, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de