11:52 27 Nîsan 2018
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: "Malpera Wezareta Derve tucarî nehatiye hackkirin, CNN ne rast dibêje"

    © Sputnik / Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku CNN îdîa dike ku malpera Wezareta Derve hatiye hackkirin, lê malpera aktîf tucarî hack nebûye.

    Moskova — Hinek korsanên înternetê ku navê ‘Jester' li xwe dikirin roja şemiya borî di hisabê Twitterê de tweetek parve kiribûn û îdîa kiribûn ku malpera fermî ya Wezareta Derve ya Rûsyayê hatiye hackkirin. Lê dema kesên ku ew lînka parvebûyî ditikandin peyameke wiha ‘Hevalno, me navber da bernameya ji rêzê ya malpera Wezareta Derve ya Rûsyayê ku peyamên taybet ji we re dişîne.'li ser malperê derdiket.

    Jester di daxuyaniya xwe ya CNNê de gotibû: "Piştî ku êrişa sîberî ya navenda Washîntonê li hemberî DNSyan pêk hat me biryar da ku em jî êrişî malpera rûsî bikin."

    MALPERA KU HATIYE HACKKIRİN JI ZÛDE NAYÊ BIKARANÎN

    Ev îdîayên ku CNNê kirin nûçe ji terefê Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ve hatin redkirin. Zaxarova di hisabê xwe yê Facebookê peyamek parve kir û got: "Ev nûçeya ku CNN dispêre korsanekî amerîkî û dibêje malpera Wezareta Derve ya rûsî hatiye hackkirin bi awayekî asayî dixebite û tu problema wê tuneye. Malpera ku hatiye hackkirin malpereke kevn e û demeke dirêj e nedihat xebitandin."

    NÛÇEYÊN KU NEHATINE SERASTKIRIN DIVÊ CNN WAN NEWEŞÎNE

    Zaxarova di berdewamiya peyama xwe de got: "Ji bo êrişa ser malpera Wezareta Derve ya rûsî ku ji terefê korsanan ve rastî êrişa sîberî hatiye kesî serî li wezaretê nedaye. Naxwe ew dizanin ku ev êrişa sîberî ji terefê korsanekî amerîkî ve hatiye kirin û di destê wan de jî delîl hene. Lewra CNN agahiyên ku nehatine serastkirin divê CNN wan wekî nûçe belav neke."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: " Bila CNN kesên ku li Helebê hatine kuştin bike nûçe"
    Zaxarova: "Em ê çalakiyên nedostane yên li dijî Rûsyayê bê bersiv nehêlin.
    Zaxarova: Fetih El-Şam rêxistineke terorê ye û hew
    Zaxarova: “Em êrişa Balyozxaneya Rûsyayê bi tehdîdên Amerîkayê ve girêdidin”
    Zaxarova: "Kerry, ji bo Sûriyeyê tiştê ji destê wî hat kir lê bi ser neket"
    Etîketan:
    Êrişa sîberî li hemberî wezareta rûsî, Kanala CNN, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de