21:08 26 Îlon 2017
Zindî
    Pûtîn û Erdogan

    Peskov: "Pûtîn û Erdogan baweriya navbera xwe xurt dikin"

    © Sputnik/ ALEKSEY NIKOLSKYI
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Berdevkê Ofîsa Ragihandin a Kremlîne Dmitriy Peskov diyar kir ku Pûtîn û Erdogan ji bo ku baweriya navbera xwe zindî û xurt bikin navbereke baş qeth kirin.

    Moskova — Berdevkê Ofîsa Ragihandin a Kremlîne Dmitriy Peskov di hevpeyvîna xwe ya televizyona Rossiya 1ê de diyar kir ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo ku baweriya navbera xwe zindî û xurt bikin navbereke baş qeth kirin.

    Peskov di berdewamiya axaftina xwe de mijara têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê nirxand û got: "Têkbirina baweriya beramberî hev pir hêsane, lê zindîkirin û avakirina vê baweriyê dem jê re dixwaze. Helbet heta niha serokên herdu welatan ji bo başbûn û xurtbûna têkiliyan mesafeyeke baş qeth kirin."

    Berdevkê Kremlînê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Tekiliya niha ya navbera Pûtîn û Erdogan baweriyê dide. Di mijarên herî hestyar de jî pêwendiyê bi hev re datînin û agahiyan parve dikin. Helbet ev danîna pêwendî û parvekirina agahiyan asta baweriyeke bilind nîşan dide."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Tufenkçi: "Hevdîtinên Pûtîn û Erdogan pir girîng in"
    Pûtîn û Erdogan operasyona Mûsilê axivîn
    Kommersant. "Tu nuqteyeke ku Pûtîn û Erdogan li ser li hev nekirin nema"
    Hevdîtina Pûtîn û Erdogan dest pê kir
    Novak: Em dixwazin peymana Herka Tirk, beriya hevdîtana Pûtîn û Erdogan amade be
    Etîketan:
    Fersenda başbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Berdevkê Ofîsa Ragihandin a Kremlîne, Recep Tayyip Erdogan, Vladimîr Pûtîn, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de