03:13 23 Îlon 2017
Zindî
    Helîkopter

    Li Sibîryayê helîkoptereke Mi-8 ket: 19 mirî

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 430 0 0

    Li herêma Yamala ya bakurê rojavayê Sibîryaya Rûsyayê helîkoptereke Mi-8 ji sedemeke ne diyar ket. Di encama ketina helîkopterê de 19 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan - Medyaya Rûsyayê ragihand, helîkoptera Mi-8 ji ber sedemeke ne diyar daketina lezgîn kiriye û di helîkopterê de 19 mirine û 3 kes jî birîndar bûne. Yek ji birîndarên helîkopterê Vadim Grebennîkov rakirin nexweşxaneyê. Li gorî zanyariyan rewşa Grebennîkov giran e. 2 birîndarên din ku li cihê bûyerê hatin dîtin li ser wan emareyên jiyanê hatin dîtin û ew jî rakirin nexweşxaneyê.

    Berpirsên Wezareta Rewşa Lezgîn a Rûsyayê, dema ku helikopter bi awayê lezgîn xwestiye dakeve zirareke mezin dîtiye, lê înfîlaq nekiriye. Li gorî berpirsan, helîkopter ji ber mijê ku mesafeya dîtinê kêm bûye û xwestiye daketineke lezgîn bike.

    Ji aliyê din ve çavkaniyekî di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Qutuyên reş ên helîkopterê hatine dîtin û ji bo sebeba hînbûna ketina helîkopterê di rewşeke baş de ne."

    Bi heman mijarî:

    Li Norwêcê helîkopter ket
    Helîkopter ket: 10 mirî
    Li Rûsyayê helîkopter ket: 2 mirî û 2 birîndar
    Li Egeyê helîkopter ket: 3 pîlotan jiyanên xwe ji dest dan
    Helîkopter ket xwarê, 12 kes mirin
    Etîketan:
    ajansa TASSê, Berpirsên Wezareta Rewşa Lezgîn a Rûsyayê, Li Sibîryayê helîkopter ket, Vadim Grebennîkov, Sibîrya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de