12:47 25 Îlon 2017
Zindî
    Sûriye

    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn gihîşt 832ya

    © AP Photo/ Alexander Kots/Komsomolskaya Pravda via AP
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Navenda şopandin a agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyayê ragihand ku li herêmên Lazkiye, Hama û Kûneytrayê bi nûnerên 15 cihûwarên din re peyman hatiye danîn û hat dest nîşan kirin ku bi vî awayî hejmara herêmên ku beşdarê pêvajoya agirbestê bûne, gihîşt 832ya.

    Navenda Nûçeyan — Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat diyar kirin ku li ser daxwaza NY û rêxistinên din ên navneteweyî bi biryara Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn behnvedana mirovî ya li Helebê 24 saetên din hat dirêjkirin.

    ‘MILÎTANÊN AHRAR'UŞ ŞAM ÊN BIRÎNDAR HATIN TEDAWÎ KIRIN'

    Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji bo 8 endamên Ahrar'uş Şam ên birîndar ên ku taxên rojhilata Helebê terikandin, alîkairya tedawiyê hat dayîn û hat derbirîn ku şeva duh 10 sivîlan derfet dîtin ku ji herêmên di bin kontrola terorîstan de birevin.

    AGIRBEST 45 CARAN HAT ÎHLAL KIRIN

    Navendê da zanîn kul i tevahiyê Sûriyeyê di 24 saetên dawiyê de agirbest 45 caran hatiye Îhlla kirin û hat ragihandin ku rêxistinên çekdar ên deryasayî li herêmên Heleb (24), Şam (19) û Hamayê (2) li dijî cihûwaran û sengerên artêşa Sûriyeyê bi çekên giran êrîş pêk anîne.
    Ji aliyê din ve hat dest nîşan kirin ku ji bo gelê Gundê Marin Aslaib ê girêdayî herêma Hamayê tonek alîkarî hatiye belav kirin.

    Etîketan:
    gihîşt, beşdarbûn, hejmar, agirbest, Ahrar'uş Şam, Serokdewletê Rûsyayê, NY, Vladîmîr Pûtîn, Lazkiye, Hama, Şam, Rûsya, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de