12:40 20 Tebax 2017
Zindî
    başörtüsü ve eşarp modelleri

    'Çanda Îslamê siberoja modayê ye'

    © Foto: Twitter
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1201

    Dîrokzanê modayê Aleksandra Vasilyeva ji bo Sputnikê got çanda Îslamê wê bibe modaya siberojê.

    Navenda Nûçeyan — Modavan her ku diçe modelên nû yên laçik û şarpeyan çêdikin. Wek mînak Dolce&Gabbana ji laçik û abiyeyan koleksiyonek derxistin. Sputnik jî ev guherîn mereq kir û da şopa vê guherînê û ev mijar bi dîrokzanê modayê Aleksandra Vasilyeva re axivî.

    Vasilyeva diyar kir ku siberoja modayê wê çanda Îslamê û got "siberojeke din ne li bende modayê ye. Eleqeya mislimanan ya bi li hemberî modayê her ku diçe zêdetir dibe û ev meyl jî xurtir dibe. Ev eleqeya li hemberî laçik û şarpeyan wê zêde bibe Wek mînak li Rûsyayê jî gelek modavan hene kul i ser temaya Mislimantiyê disekinin. Ez vê yekê ne cihê xemgîniyê ne jî cihê kêfxweşiyê dibînim."

    ‘LAÇIK BI ÇANDA RÛS RE NAKEVE NAKOKIYÊ'

    Vasilyeva wiha dewamî li daxuyaniyên xwe anî: "Rûsyayê derfeta trendeke netewî, ku ji bo li cîhanê belav bibe wenda kir, em ê di 10 salên pêş me de jî qîma xwe bi yên modaya Îslamî bînin. Populerîteya laçikêne bi modayê re, bi dîn û îdeolojiyê ve têkildar e. Di nava jinên Rûs de jî ev meyl wisa ye, ji berk u Ortodoksiya Rûsî û kincên jinan ên Îslamê taybetiyên hevpar di xwe de dihewînin. Bi laçik, etekê dirêj û kincên pîdirêj dikevin dêrê jî. Ji bo jinên Rûsî bikaranîna laçikê kevneşopî ye jî. Laçik bi çanda Rûsî re nakeve nakokiyê."

    Bi heman mijarî:

    Li Pakistanê moda cil û bergên zewacê
    Etîketan:
    çanda Îslamê, siberoj, modavan, Dîrokzanê modayê, Dolce&Gabbana, Aleksandr Vasilyeva, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de