05:09 20 Tebax 2017
Zindî
    teqîn-heleb-zanîngeha helebê

    'Behnvedana mirovî ya li Helebê ji bo çareseriya siyasî derfeteke mezin e'

    © REUTERS/ Ammar Abdullah
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Balyozê Rûsyayê yê li Lubnanê Aleksandr Zaspikin got behnvedana mirovî ya li Helebê ji bo derbasbûna pêvajoya siyasî li Sûriyeyê derfeteke mezin e.

    Navenda Nûçeyan — Zaspikin ji bo Sputnikê axivî û got "behnvedana mirovî ya ku Rûsyayê li Helebê ragihandiye, ji bo hemû alîgirên qeyrana Sûriyeyê derfeteke mezin dide, da ku derbasî pêvajoya siyasî bibin."

    Zaspikin bibîrxist ku Rûsya her tim bi israr e ku qeyrana Sûriyeyê bi pêvajoyeke siyasî were çareserkirin û derbirî ku behnvedana mirovî ya li Helebê ji nîşandana helwesta Moskovayê îspata herî girîng e. Dîplomatê Rûsî dest nîşan kir ku daxwaza Moskovayê ya ji bo cudakirina mixalîfên nerme û terorîstan jî ji bo çareseriya siyasî gavek e.

    Bi heman mijarî:

    Alîkariya mirovî ya ku ji aliyê Sirbîstanê ve hat şandin gihîşt Helebê
    Rûsya: Bêtirî 1200 milîtanî xwe amade dikin êrîşî Helebê bikin
    Lavrov: "Hemû grûbên çekdar ên Helebê guhdariya El Nûsrayê dikin"
    Pûtîn rewşa Mûsil û Helebê gotûbêj kir
    NY: Li rojhilatê Helebê bombebaran rawestiya
    Etîketan:
    derfeta mezin, çareseriya siyasî, behnvedana mirovî, Sputnik, Balyozê Rûsyayê yê li Lubnanê, Aleksandr Zaspikin, Moskova, Sûriye, Lubnan, Rûsya, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de