02:46 24 Hezîran 2018
Sergey Lavrov û Carlos Raul Morales

Lavrov: "Hemû grûbên çekdar ên Helebê guhdariya El Nûsrayê dikin"

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku piştî El Nûsra li Sûriyeyê ji El Qaîdeyê veqetiya û navê Fetih El Şam girt hemû grûbên çekdar niha guhdariya wê dikin.

Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku piştî El Nûsra li Sûriyeyê ji El Qaîdeyê veqetiya û navê Fetih El Şam girt hemû grûbên çekdar niha guhdariya wê dikin. Moskova çend caran lîsteya van grûbên çekdar pêşkêşî Amerîka û dewletên herêmê kiriye.

Sergey Lavrov li Moskovayê piştî hevdîtîna hevkarê xwe yê Guatemalayî Carlos Raul Morales di civîna çapemeniyê de got: "Me lîsteya van grûbên ku guhdariya Fetih El Şamê (El Nûsra) dikin di hevdîtina 15ê Cotmehê ya Lozanê de me pêşkêşî Amerîka û dewletên herêmê kir. Li gorî zanyariyên ber destê me ev grûb hemû bi awayekî îtaeta El Nûsrayê dikin."

HEMÛ RÊXISTIN HEVKARIYÊ DIKIN

Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Gelek hevalbendên ku rêxistina Ehrar-uş Şamê bi nermî bi nav dikin ew û El Nûsra hevkariyê bi hev re dikin. Ehrar-uş Şam, El Nûsra û rêxitinên ku bi wan re tevdigerin gihandina alîkariya însanî ya rojhilatê bajarê Helebê sabote dikin û nahêlin alîkarî bigihîje sivîlan."

Wezîrê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Heta niha hêza koalîsyona navneteweyî ku serperiştiya wê Amerîka dike careke tenê jî li hemberî El Nûsrayê tekoşîn nemeşandiye. Ez guman dikim ku dewletên rojavayî ji bo ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji erka wî dûr bixin El Nûsrayê li Helebê digirin."

 

 

Bi heman mijarî:

Lavrov: Em ji êrîşên Tirkiyeyê li Sûriyeyê nîgeran in
Lavrov: Ger ku El Nûsra dev ji îhlalan berde em dikarin agirbestê dirêj bikin
Lavrov: "Hêvî dikin kesên ku operasyona Mûsilê amade kirine, encamên wê jî hisapkiribin"
Lavrov: Me pêşniyarên balkêş ên cûrbecûr nirxandin, wê temas berdewam bikin
De Mistura piştî Lavrov, dê bi Kerry re bicive
Etîketan:
Fetih El Şam, El Qaîde, El Nûsra, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Carlos Raul Morales, Sergey Lavrov, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de