01:32 20 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Em ji êrîşên Tirkiyeyê li Sûriyeyê nîgeran in

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10410

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ew nîgeran in ji wan êrîşên balafirên Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê pêk tînin.

    Moskova —Lavrov di civîneke çapemeniyê li Moskovayê de axivî û li ser pirsyarekê derbarê êrîşên balafirên Artêşa Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê de wiha bersiva da: Sûriye dewleteke serwer e, endameke NYyê ye û serweriyeke bêkêmasî ya wê li ser axa wê û qada wê ya hewayî heye. Em werin ser êrîşên balafirên Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê, em ji rewşê gelekî nîgeran in. Bi qasî min fêm kiriye, ev êrîş li deverên kurd lê dijîn pêk tên."

    Rayedarê rûs bi bîr anî ku Tirkiye beşeke ji wê hevpeymanê ye ya ku ji bo têkoşîna li dijî Fetih El-Şamê û DAIŞê hatiye çêkirin û got ku pêwîst e, Amerîka hişyariyê bide ji bo wan êrîşên ku ne li ser armancên Hevpeymanê tên kirin.

    "EM DITIRSIN, NUSRA JI HELEBÊ DERNEKEV"

    Ji aliyê din ve, wezîrê rûs ragihand, ew bitirs in ku El-Nusra nepejirîne ji bajarê Helebê derkeve, li gel niyetên pak ên Rûsya û Sûriyeyê ku korîdorên mirovî vekirine ta ku endamên wan derkevin.

    Herwiha Wezîrê rûs diyar kir, Moskova seyr namîne ku Amerîka "El-Nusra"yê ji xwe re nake armanc li Sûriyeyê û got: "Ji xwe ti hewlên Amerîkayê tine ku vê rêxistinê ji nav bibe."

    Lavrov teqez kir ku terorîst hewl didin ku navbira mirovî têk bibin ku nahêlin xelk ji taxên rojhilatî yên Helebê derkevin û rê nadin alîkariyê mirovî ku bigihêjin wan

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Ger ku El Nûsra dev ji îhlalan berde em dikarin agirbestê dirêj bikin
    Lavrov: "Hêvî dikin kesên ku operasyona Mûsilê amade kirine, encamên wê jî hisapkiribin"
    Lavrov: Me pêşniyarên balkêş ên cûrbecûr nirxandin, wê temas berdewam bikin
    Lavrov: Dibe ku Tirkiye di çareseriya qeyran a Qerebaxê de roleke erênî bilîze
    DYA: Kerry û Lavrov, wê li Swêdê bo Sûriyeyê bicivin
    Lavrov: Îdîayên destwerdana Rûsyayê di hilbijartinên Amerîkayê de 'pûç' in
    Etîketan:
    kurd, El-Nusra, Sergey Lavrov, Moskova, Sûriye, Heleb, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de