07:38 21 Tebax 2017
Zindî
    Wezareta Derve ya Rûsyayê

    Wezareta Derve ya Rûsyayê bangî Balyozê Belçîka yê li Moskovayê kir

    © AFP 2017/ JOEL SAGET
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    Wezareta Derve ya Rûsyayê ji bo ku delîlên êrişa gundekî Helebê ku sivîl hatibûn kuştin pêşkêş bike Balyozê Belçîka yê li Moskovayê vexwende wezaretê.

    Moskova — Wezareta Derve ya Rûsyayê ji bo ku delîlên êrişa gundekî Helebê ku sivîl hatibûn kuştin pêşkêş bike Balyozê Belçîka yê li Moskovayê Alex Van Meuwen vexwende wezaretê rûsî.

    Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Vladimîr Tîtov bi Balyozê Belçîka yê li Moskovayê Alex Van Meuwen re hevdîtinek pêk aniye û aliyê Belçikayê êrişa gundê Helelê ku çend sivîl hatibûn kuştin û çend kes jî birîndar bibûn qebûl nekiriye.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku aliyê Rûsyayê belgeyên îspatkirî ku balafirên belçîkî êrişa bombebaranî li hemberî gundê Hassajekê pêk anîbû pêşkêşî dîplomatê belçîkî kirine. Her wiha li gorî daxuyaniyê Wezareta Parastin a Rûsyayê belgeyên teknîkî ku balafirên F-16 ên Belçîkayê di bombebaranê de cih girtibûn dane ataşeyê leşkerî yên belçîkî li Moskovayê

    Wezareta Parastin a Rûsyayê dîmênên du avahiyên ku li gundê Hassajekê herifî bûn û şeş sivîlên k udi encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabûn parve kiribûn. Li gorî wezaretê, balafirên F-16 ên belçîkî ji Baregeha El Ezrak a Ûrdunê rabûn û di demeke nêz de hat kefşkirin ku balafir aîdî Hêza Hewayî ya Belçîkayê ne.

    Bi heman mijarî:

    Êrişa konvoya alîkariya însanî ya Helebê xapandin bû
    Rûsya: Êrişa kîmyewî ya li Helebê muxalîfên ku Amerîka piştgiriya wan dike pêk anîtin
    Rûsya: "Di êrişa El Nûsra ya Helebê de zêdetirî 30 sivîlî hatin kuştin"
    Times:'Esad û Îran amadehiyên êrişa Helebê dikin'
    Zaxarova: " Bila CNN kesên ku li Helebê hatine kuştin bike nûçe"
    Etîketan:
    Êrişa li ser gundekî Helebê, Balyozê Belçîka yê li Moskovayê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Vladimîr Tîtov, Alex Van Meuwen, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de