20:30 16 Tebax 2017
Zindî
    Sûriye

    Rûsya: Li Sûriyeyê agirbest 43 caran hat îhlal kirin

    © AP Photo/ Hassan Ammar
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Navenda şopandin a agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê diyar kir ku di derbarê beşdarbûna agirbestê de hevdîtinên bi nûnerên cih û waran re berdewam dikin lê peymaneke nû nehatiye îmze kirin û ragihand ku agirbest 43 caran hatiye îhlal kirin.

    Navenda Nûçeyan — Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat bibîrxistin ku bêhnvedana mirovî ya ku îro li Helebê di navbera saet 08.00 û 19.00a de ket meriyetê, ji bo 24 saetên din hatiye dirêjkirin û hat dest nîşan kirin ku artêşa Sûriyeyê ji bo ku milîtan û sivîl herêmên rojhilatê bajêr di ser 8 korîdorên mirovî re biterikînin, bi qasî mesafeya pêwîst şûnde nekişiyaye.

    Navendê diyar kir ku agirbest di nava 24 saetên dawiyê de 43 caran hatiye îhlal kirin û hat ragihandin ku rêxistinên çekdar ên deryasayî li hemberî herêmên Şam (19), Heleb (18), Hama (4) û Lazkiyeyê (2) bi çekên giran êrîş pêk anîne.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Agirbest 60 caran hate binpêkirin
    Rûsya: Agirbest 45 caran hat îhlal kirin
    Kerry: Agirbest tîzek e lê dewam dike
    Rûsya: Mijara Lozanê, agirbesta Sûriyeyê ye
    Rûsya: Agirbesta Sûriyeyê 92 caran hat binêpkirin
    Etîketan:
    îhlalkirin, agirbest, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Navenda şopandina agibestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Hama, Lazkiye, Şam, Rûsya, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de