20:10 11 Kanûn 2017
Zindî
    Valentina Matviyenko

    Rûsyayê bersiva Hollande da: Em tawanên şer nakin

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Seroka Konseya Federaysona Rûsyayê Valentina Matviyenkoyê bersiv da Serokê Fransayê François Hollande yê ku Rûsya û Sûriye bi pêkanîna tawanên şerî li Helebê tawanbar kiribûn.

    Navenda Nûçeyan — Hollande ku bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê re Lûtkeya Normandiyayê ya çaralî pêk anî, piştî hevdîtina Sûriyeyê axivî û xwest ku bombebarankirina Helebê bê rawestandin.

    Serokê frensî bi bîr anî ku tiştên li wê herêmê diqewimin di civîna wan de hat gotûbêjkirin û wiha dewam kir: "Tiştê niha li Helebê diqewime, tawanên şerî ne. Tiştekî giring e ku em bibêjin, divê hikûmeta Sûriyeyê û piştgirên wê bombebarankirinê rawestînin."

    "HEMAN ÇALAKIYÊN MÛSILÊ"

    Matviyenkoyê diyar kir ku gotinên Hollande nayên pejirandin û wiha got: "Çalakiyên Hêzên Hewayî-Ezmanî yên Rûsyayê û yên Artêşa Sûriyeyê wek yên Hevpeymana Navdewletî li Mûsilê ne. Nêzîkatiyeke hevşib heye, plan heye ku navbireke mirovî bê dayîn, bombebarankirin bê rawestandin û korîdor bên vekirin ta ku sivîl û milîtan bên texliyekirin."

    "DIVÊ EM NEHÊLIN SENARYOYA LÎBYA Û IRAQÊ DUBARE BIBE"

    Ji aliyê din ve, Matviyenkoyê teqez kir ku divê hevkarên rojavayî giringiyên xwe diyar bikin û wiha axiftina xwe dewam kir: "Eger Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad dest ji peywira xwe berde, kaos dê çêbibe. Divê em nehêlin senaryoyên Lîbya û Iraqê dubare bibin."

     

    Bi heman mijarî:

    Matviyenko bi Kahraman re rûnişt: ‘Em pêbawer bûn ku wê têkilî asayî bibin'
    Matviyenko: Em dest bi xebatên navparlamentoyê dikin
    Matviyenko: Em nikarin xayintiya Tirkiyeyê efû bikin
    Namzedê Serokatiya Amerîkayê: Heleb çî ye
    “Heleb ji Sûriyeyê re, termê projeya kurdan ji Tirkiyeyê re”
    Ihlam Ehmed: ‘Armanca Tirkiyê Heleb e'
    Etîketan:
    Şerê Helebê, Francois Hollande, Angela Merkel, Vladîmîr Pûtîn, Valentina Matviyenko, Heleb, Sûriye, Fransa, Almanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de