03:39 14 Kanûn 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Wezareta Derve ya Rûsyayê: Tenê Rûsya û NY bi rewşa li Helebê ve mijûl dibin

    © Sputnik/ Kirill Kallinikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova konferansa xwe ya çapemeniyê ya heftane li dar xist û diyar kir ku Rûsya û Sûriyeyê operasyonên xwe rawestandine û hêvî dikin ku milîtan ji Helebê derkevin.

    Navenda Nûçeyan - Zaxarovayê diyar kir ku ji saet 8ê sibehê de ku navbira mirovî dest pê kiribû û heta niha ne Artêşa Sûriyeyê û ne jî ya Rûsyayê ti êrîşên hewayî pêk neanîne lê terorîst êrîşî sivîlên dixwazin ji bajarî derkevin dikin. Zaxarovayê diyar kir ku ew hêvî dikin, milîtan Helebê biterikînin.

    Herwiha berdevka rûs teqez kir ku tenê Rûsya û NY bi rewşa li Helebê mijûl dibin û berpirsyara xerabûna rewşa bajarî, Amerîka ye ji ber sozên xwe yên 9ê Îlonê neanîn cih.

    ​Amerîka û Rûsyayê di 9ê Îlonê de rêkeftinek îmze kiribû. Di wê rêkeftinê de dihat pêşbînkirin ku dijberên nerme û terorîst ji hev bên cudakirin lê ew rêkeftin piştî hefteyekê têk çû.

    ZAXAROVAYÊ REXNE RÊYA KASTÊLOYÊ LI AMERÎKAYÊ KIR

    Ji aliyê din ve, Zaxarovayê rexne li Amerîkayê kir ji ber nikaribû bihêle milîtan ji rêya Kastîloyê vekişin.

    "DESTÛRDAYÎNA DERBASBÛNA DAIŞÊ BO SÛRIYEYÊ, PLANEKE WÊRANKER E"

    Zaxarova derbarê operaysona Mûsilê de jî axivî û got ku daxuyaniyên dibêjin DAIŞ ji Iraqê direve ber bi Sûriyeyê ve bi bîr anîn û got, destûrdayîna derbasbûna DAIŞê nava axa Sûriyeyê, "planeke wêranker" e.

    Înternet
    © AFP 2017/ LIONEL BONAVENTURE
    Berdevka rûs wiha dewam kir: "Ev tawanek e. Eger pêk were. Ew ê tev li komên cîhadî yên li dijî hikûmetê şer dikin bibin. Destûrdayîna vî tiştî, eşkere durûtî ye."

    "CEMIDANDINA HESABÊN RTYÊ LI BRÎTANYAYÊ, BIRYAREKE SIYASÎ YE"

    Ji aliyê din ve, Zaxarovayê cemidandina hesabên Russia Today(RT) ji aliyê banka NatWestê ve wek biryareke siyasî bi nav kir.

    Berdevka rûs wiha dewam kir: "Wan got ku pêwendiyê bi RTyê re datînin lê ti kesî pêwendî danîne û hikûmeta Brîtanî agahiyên şaş dane Wezareta Derve ya Rûsyayê.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Misir tetbîqata hevpar li dar dixin
    Meşkov: "Rûsya û Tirkiye dê vegerin trafîka hevdîtinan a berî krîzê"
    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn gihîşt 817a
    Rûsya: Ne pêkan e ku navberdayîna mirovî ji yekalî ve were dirêjkirin
    Rûsya: Xeletiyên bombebaran ên welatên hevpeymanê li Sûriyeyê bûne ji rêzê
    Rûsya: Operasyona Mûsilê hêj destpê nekiriye
    Etîketan:
    Mariya Zaxarova, Amerîka, Heleb, Mûsil, Iraq, Sûriye, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de