00:38 13 Kanûn 2017
Zindî
    Kremlîn, Moskova, Rûsya

    Kremlîn: "Em dikarin bêhnvedana însanî ya Helebê dirêj bikin"

    © Fotolia/ / vesta48
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Ofîsa Ragihandin a Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku em dikarin bêhnvedana însanî ya Helebê ku me navber dabû operasonên hewayî dirêj bikin.

    Moskova - Berdevkê Ofîsa Ragihandin a Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku em dikarin bêhnvedana însanî ya Helebê ku me navber dabû operasonên hewayî dirêj bikin, lê divê ev wekî fersendekê neyê bikaranîn û mûxalifên çekdar êrişan pêk neynin.

    Dmitriy Peskov daxuyaniya xwe ya derbarê bêhnvedana însanî ku îro sibehê seet ji 08.00an pê ve kete meriyetê got: "Heke milîtan û grûbên terorîst vê bêhnvedanê dîsa ji bo kombûn û dagirtina cebilxaneyan pêk bînin jixwe wê demê tu bêhnvedanek namînek"

    Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî li Almanyayê di civîna rojnamevanî ya piştî Zîrweya Normandiyayê got ‘em dikarin bêhnvedana însanî dirêj bikin, lê divê ev behnvedana însanî ji terefê grûbên terorîst ve neyê îstîsmarkirin û nebe sedema hevkomkirin ê."

    BIRYARA DIRÊJKIRINA BÊHNVEDANÊ WÊ LI GORÎ PÊŞVEÇÛNAN WERE DIYARKIRIN

    Berdevkê Kremlînê Peskov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Rûsya ji bo ku behnvedana însanî ragihîne îradeyeke siyasî nîşan da. Lê dibe talûkeya dirêjkirina bêhnvedana însanî jî hebin. Dibe grûbên terorîst div ê maweyê de xwe kom bikin, çek û cebilxaneyên xwe berhev û rêk û pêk bibin. Biryara dirêjkirina bêhnvedanê wê li gorî pêşveçûnan were diyarkirin."

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Pûtîn û Esad di derbarê Helebê de axivîn
    Kremlîn: Dibe ku em ji bo Tirkiyeyê sewqiyata pergala parastinê ya hewayî binirxînin
    Kremlîn: Sûcdariyên DYA beradayî ne
    Kremlîn, rojeva Pûtîn û Erdogan a Stenbolê eşkere kir
    Kremlîn: "Me biryara Amerîka ya hevkariya nûkleerî xiste fermiyetê"
    Etîketan:
    Berdevkê Ofîsa Ragihandin a Kremlînê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Ragihandina bêhnvedana însanî, Vladimîr Pûtîn, Dmitriy Peskov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de