10:23 13 Kanûn 2017
Zindî
    Varvara Karaulova

    Bavê ku keça xwe ji destê DAIŞê rizgar kir spasiya Tirkiyeyê kir

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hemwelatiya rûsî Varvara Karaulovaya 20 salî demek berê berî ku tevlî terorîstên DAIŞê bibe li Tirkiyeyê hatibû girtin. Bavê keça rûsî Pavel Karaulov ji bo ku keça wî rizgar ji destê DAIŞê rizgar kirin spasiya rayedarên Tirkiyeyê kir.

    Navenda Nûçeyan — Bavê keça rûsî ku berî tevlî rêxistina terorîst a DAIŞê bibe û li Tirkiyeyê hat girtin Pavel Karaulov di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Rus Moskovskiyê de behsa keça xwe ya çûna Tirkiye û ketina davika DAIŞê de got: "Em li gorî îmkanên xwe fêrbûn ku keça min ji deriyê sînor derbasî Stenbolê bûye û ez jî bê sekn li pey çûm. Bi rastî herkesi ji min re digot ev tiştekî talûke ye, lê ji ber ku mijar keça min bû, min qet guh neda wan."

    SERDOZGER PÊŞWAZIYA MIN KIR

    Karaulov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên ewlehî yên Tirkiyeyê gelek ji min re bûne alîkar. Li Tirkiyeyê ez bi berpirsên saziyên sivîl, rojnamevan, hêzên ewlehî û saziyên hiqûqî re ketim têkiliyê. Serdozger pêşwaziya min kir û demeke dirêj li min guhdar kir û bê sekn dest bi operasyonê kir. Ji bo wê eleqeya wî ez pir spasdar im."

    Varvara Karaulova
    © Foto: Facebook
    Varvara Karaulova

    LI DÎLOKÊ HAT DÎTIN

    Hemwelatiyê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Karmendên konsolxane û balyozxaneyên rûsî jî pir bûne alîkar. Ji bo ku ez Varvara bibînim min gelek waroş û taxên derve yên Stenbolê geriyam. Min wêneyê Varvara şanî însanan dida û pirsa wê dikir. Paşî keça min li nêzî sînorê Sûriyeyê li navçeyeke Dîlokê dîtin. Însan, sazî û rêxistinên Tirkiyeyê ji bo ku keça xwe bibînim pir alîkariya min kirin, ezspasiya hemûyan dikim."

    Bi heman mijarî:

    Hemwelatiyê rûsî di girtîgeheke Amerîkayê de mirî hat dîtin
    Pûtîn hemwelatiya rûsî da werzîşvanê taximê Schalke 04ê
    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn gihîşt 817a
    Rûsya: Ne pêkan e ku navberdayîna mirovî ji yekalî ve were dirêjkirin
    Rûsya: Xeletiyên bombebaran ên welatên hevpeymanê li Sûriyeyê bûne ji rêzê
    Etîketan:
    rojnameya Rus Moskovskiyê, Keça rûsî ku dixwest tevlî DAIŞê bibe, Pavel Karaulov, Varvara Karaulova, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de