07:20 21 Tebax 2017
Zindî
    Heleb

    Rûsya: Ne pêkan e ku navberdayîna mirovî ji yekalî ve were dirêjkirin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov diyar kir ku ne pêkan e ku navberdayîna mirovî ya li Helebê ji aliyê Rûsya û hikumeta Sûriyeyê ve wek yekalî were dirêjkirin.

    Navenda Nûçeyan — Ryabkov anî ziman ku navberdayîna mirovî ji aliyê dijberên (Serokdewletê Sûriyeyê) Beşar Esad ve ji bo xwe ji nû ve rêxiskirinê, teqwiyekirinê û ji bo karên bi vî awayî tê bikar anîn û got "ne pêkan e ku em hikumeta Sûriyeyê bi hevparî û wek yekalî vê navberdayîna mirovî dirêj bikin. Çareserî tenê li ser bingeha peymanê pêkan e."

    Ryabkov diyar kir ku ew lîstika dualî ya kesên ku dixwazin Moskova û Şamê di derbarê Helebê de di zorê de bihêlin dibînin û got "ya rast divê ew xwe derînin paqijiyê, ji ber ku heta niha mixalefeta nerme ji El Nûsrayê cuda nekirine. Ev û reşên din, durûtiya polîtîkayên koma van welatan nîşan didin."

    Ryabkov destnîşan kir ku dirêjkirina navberdayîna mirovî ya yekalî bi şûnde vekişandinê re yek e û got "nabe ku em vê qebûl bikin." Ryabkov balkişand ser ku pisporên leşkerî yên welatên ku wê li Lozanê beşdarî civîna Mûsilê bibin, wê li Cenevreyê ji bo navberdayîna mirovî ya li Helebê werin cem hevdu û got "heyeta me ji bo çareseriyê çi qas pêwîst be wê ew qas bimîne."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Xeletiyên bombebaran ên welatên hevpeymanê li Sûriyeyê bûne ji rêzê
    Sererkaniya rûsî: "Hêzên Rûsya û Sûriyeyê ev 24 seet in li Helebê operasyon nekirine"
    Rûsya: Di êrîşa hewayî ya li nêzîkê Helebê de 6 kes mirin, li herêmê jetên Belçîkayê hebûn
    Rûsya: Pêvajoya siyasî li Sûriyeyê asê maye
    Etîketan:
    yekalî, dirêjkirin, pêkan, navberdayina mirovî, Serokdewletê Sûriyeyê, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Beşar Esad, Sergey Ryabkov, Lozan, Heleb, Cenevre, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de