20:54 25 Hezîran 2018
İgor Konaşenkov

Rûsya: Xeletiyên bombebaran ên welatên hevpeymanê li Sûriyeyê bûne ji rêzê

© Sputnik / Alexander Vilf
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê İgor Konaşenkov anî ziman ku êrîşên hevpeymana di pêşengtiya Amerîkayê de li şûna DAIŞê sivîlan hedef digirin, zêde bûne.

Navenda Nûçeyan — Konaşenkov dest nîşan kir ku xeletiyên hedefgirtinê yên welatên hevpeymana navdewletî, bi taybetî jî yên Belçîkayê bûne ji rêzê û got "şahî, şîn, nexweşxane, qereqolên polîsan, konvoyên alîkariya mirovî û heta yekîneyên Sûriyeyê yên li Deyre Zorê bi vî awayî dibin hedefên bombebaranên hevpeymanê."

Berdevkê Wezareta Rûsî derbirî ku pergalên parastinê yên hewayî yên Rûsyayê bibandor in û got ev pergal dikarin rojê 24 saetan çavdêriya rewşa hewayî ya Sûriyeyê û li derdora Sûriyeyê bikin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyandibû ku di êrîşa hewayî ya li hemberî bajaroka Hassadjekê ya girêdayî Helebê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 sivîl jî birîndar bûn. Wezaretê diyar kiribû ku li wê herêma hate bombebarankirin 2 balafirên F-16 ên Belçîkayê hatine dîtin.

Etîketan:
xeletî, bombebaran, rêzê, Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê, İgor Konaşenkov, Heleb, Belçîka, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de