02:19 18 Tebax 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov: "Encama herî baş a Normandiyayê pekanîna Peymana Minskê ye"

    © Sputnik/ Natalia Seliverstova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Berdevkê Ofîsa Ragihandin a Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku encama herî baş Zîrweya Normandiyayê ji terefê Kievê ve pekanîna Peyman Minskê ye.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Ofîsa Ragihandin a Kremlînê Dmitriy Peskov derheqê hevdîtina Berlînê ya Zîrweya Çaralî ya Normandiyayê de ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Fransayê François Hollande, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko tevlî dibe de got: "Encama herî baş a Zîrweya Normandiyayê ev e ku Kiev Peyman Minskê qebûl bike. Lê ji zîrweyê tu hêviyeke mezin jî tuneye."

    RÛSYA, DI ÇARÇOVEYA PEYMANAN DE PIR NERMAYÎ KIR

    Dmitriy Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Armanca zîrweya îro ji bo pêkanînê tespîtkirina astengiyên li peşiya Peymana Minskê ye. Ne Parîs ne Berlîn û ne jî Moskova ne terefê ku vê peymanê bi cih bînin in, divê ev ji terefê berpirsên Kiev û Donbassê ve bê kirin. Rûsya, di çarçoveya peymanê de pir zêde nermayî kir û divê aliyên din jî di vê babetê de gavan biavînin."

    PÛTÎN WÊ BI MERKEL Û HOLLANDE RE KRÎZA SÛRIYEYÊ BIAXIVE

    Di vê navberê de Berdevkê Kremlînê Peskov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Pûtîn, piştî civîna Zîrweya Çaralî ya Normandiyayê wê bi Merkel û Hollande re krîse Sûriyeyê jî binirxînin. Helbet hevdîtina hersê serokân ji bo derkirina helwest û pozîsyona krîza Sûriyeyê dê bibe fersendeke baş."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn sibê li Berlînê tevlî zîrweya ‘Normandiyayê' dibe
    Lavrov ji bo civîna çaralî ya Normandiyayê diçe Berlînê
    Kremlîn: Dibe ku em ji bo Tirkiyeyê sewqiyata pergala parastinê ya hewayî binirxînin
    Kremlîn: Sûcdariyên DYA beradayî ne
    Kremlîn: "Em ji pêvajoya peymana agirbesta Sûriyeyê kêfxweş in"
    Etîketan:
    Pekanîna Peymana Minskê, Zîrweya Çaralî ya Normandiyayê, Berdevkê Ofîsa Ragihandin a Kremlînê, Pyotr Poroşenko, Angela Merkel, François Hollande, Vladimîr Pûtîn, Almanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de