21:34 19 Tebax 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn: "Li Parîsê vekirina Navenda Ortodosk a Rûsî îspata têkiliyan e"

    © Sputnik/ Mikayil Klimentev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku li Parîsê vekirina Navenda Çandî û Ruhaniya Ortodoks a Rûsî îspata têkiliyên baş ê navbera Rûsya û Fransayê ye."

    Moskova - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku li Parîsê vekirina Navenda Çandî û Ruhaniya Ortodoks a Rûsî îspata têkiliyên însanî û çandî yên baş ê navbera Rûsya û Fransayê ye."

    Îro li paytextê Fransayê li Parîsê Navenda Çandî û Ruhaniya Ortodoks a Rûsî hat vekirin. Li gorî daxuyaniya Kremlînê, Pûtîn ji bo vekirina navendê got: "Herkesî ji can û dil pîroz dikim, vekirina vê îspata têkiliyen însanî, çandî û diyaloga navbera herdu gelên Rûsya û Fransayê ye."

    DERÎ JI HERKESI RE VEKIRIYE

    Pûtîn derbarê vekirina Navenda Çandî û Ruhaniya Ortodoks a Rûsî ya li Parîsê de got: "Ez bawerim ev navend wê dostanî û rêzgirtina navbera gelên Fransa û Rûsyayê xurttir bike û ji bo kesên ku dixwaze dîrok, ziman, çanda rûsî û tiştên zanistî fêr bibe deriye wê ji herkesi re vekiriye. Li gorî zanyariyên berdest di nava navendê de dereke ortodosk, dibistaneke rûs û frensî û saloneke peşangehê heye."

    Bi heman mijarî:

    Tufenkçi: "Hevdîtinên Pûtîn û Erdogan pir girîng in"
    Serdana Pûtîn a ji bo Berlînê di çapemeniya Alman de ye
    Pûtîn û Erdogan operasyona Mûsilê axivîn
    Pûtîn ji bo operasyona Mûsilê ji Ebadî re serkeftin xwest
    Pûtîn sibê li Berlînê tevlî zîrweya ‘Normandiyayê' dibe
    Etîketan:
    Navenda Çandî û Ruhaniya Ortodoks a Rûsî, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Fransa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de