06:40 19 Tebax 2017
Zindî
    Bajarê Helebê

    Sererkaniya rûsî: "Hêzên Rûsya û Sûriyeyê ev 24 seet in li Helebê operasyon nekirine"

    © AFP 2017/ ZEİN-AL-RİFAİ
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Sererkanê Giştî ya Rûsyayê Valeriy Gerasîmov ragihand ku Hêza Hewayî ya Rûsya û Sûriyeyê ev 24 seet in li Helebê operasyonê hewayî pêk neanî ne.

    Navenda Nûçeyan - Sererkanê Giştî ya Rûsyayê Valeriy Gerasîmov ragihand ku Hêza Hewayî ya Rûsya û Sûriyeyê ev 24 seet in li Helebê operasyonê hewayî pêk neanî ne, lê digel vê jî tu gavên ku mûxalifên çekdar ji Fetih El Şamê (El Nûsra) veketin nehatine avêtin.

    Valeriy Gerasîmov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev ji 24 seetan zêdetir e ku Hêza Hewayî ya Rûsya û Sûriyeyê li Helebê li herêmên grûbên terorîst operasyona hewayî pêk neaniye. Lê digel vê jî Amerîkayê tu gav û hewldaneke ku çekdarên mûxalif ji rêxistina El Nûsrayê veketine neavêtiye."

    Gerasîmov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Me operasyonên xwe yên hewayî rawestandine lê grûbên terorîst bi top û hawanan êrişên xwe yê ser heremên niştecih berdewam dikin."

    Bi heman mijarî:

    Ukrayna wê hemû lewhayên rûsî yên li garên trênan rake
    Aliyev: "Di xistina balafira rûsî de dibe rola hêzên derve hebe"
    Rûsî, ji bo betlana xwe ya meha mijdarê Tirkiyeyê hildibijêrin
    Wekîlê rûsî: Em dikarin sîstema berevaniya hewayî bişînin Tirkiyê
    Zaxarova: " Bila CNN kesên ku li Helebê hatine kuştin bike nûçe"
    Etîketan:
    Grûbên Terorîst, Fetih El Şamê (El Nûsra), Sererkanê Giştî ya Rûsyayê, Valeriy Gerasîmov, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de