10:32 19 Tebax 2017
Zindî
    Vladimir Jirinovski

    ‘Çima Tirkiye li hemberî kurdan têkoşîneke dijwar dimeşîne?'

    © Sputnik/ Aleksey Nikolski
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 140910

    Serokê Partiya Liberal Demokrat ê Rûsyayê Vladimir Jirinovski, ji televizyona dewletê a rûs Rossiya 1ê re axivî û got: "Tirkiye ji bo çi li hemberî kurdan têkoşîneke dijwar dimeşîne? Ji ber ku dibe welêt belav bibe."

    Moskova — Jirinovski di bernameya ku rojnameger Vladimir Solovyov pêkêş dikir de axivî û wiha nirxandin kir: "Libya, Iraq parçe kirin, kirin sê beş. Di çarçoveya federasyonê de parçe kirin. Lê Misir nikarîbûn parçe bikirana. Li wir ji bilî erebên sune ti kes nînin. Çima tirk ditirsin ku xweseriyê bidin kurdan? Çima Tirkiye li hemberî kurdan têkoşîneke dijwar dimeşîne? Ji ber ku Tirkiye dibîne hemû federasyon hildiweşin. Heke ku xweseriyê bidin kurdan wê Tirkiye hilweşe. Tirkiye wê bibe parçeyekî biçûk. Mînak, sîstema xweseriyê hişt ku Yugoslavya û Yekîtiya Sovyetan hilweşe."

    Bi heman mijarî:

    Jirinovski: Divê Kurd bi xwe biryara xwe bide
    Etîketan:
    têkoşîn, xweserî, kurd, Partiya Liberal Demokrat ê Rûsyayê, Rossia 1, Vladimir Jirinovski, Vladimir Solovyov, Yugoslavya, Yekîtiya Sovyetan, Tirkiye, Iraq, Libya, Misir, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de