10:33 19 Tebax 2017
Zindî
    Parlamentoya Rûsyayê

    Dumayê, peymana rawestandina plutonyumê ya navbera Rûsya û Amerîkayê erê kir

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Baskê jêr yê Parlamentoya Rûsyayê Duma, peymana rawestandina plutonyumê ya navbera Rûsya û Amerîkayê erê kir.

    Moksova - Baskê jêr yê Parlamentoya Rûsyayê Duma, peymana rawestandina plutonyumê ya navbera Rûsya û Amerîkayê erê kir. Rwestandina pêşnûmaya peymanê di parlamentoyê de bi pir dengî derbas bû.

    Di erêkirina pêşnûmaya rawestandina peymanê de ji 450 parlamenterî 445an dengê erê û yek jî bealî da.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di serê meha cotmehê de ji bo betalkirinê, peymana ‘Îmhakirin û Rêvebirina Plutonyumê' şandibû Parlamentoya Dumayê.

    Li gorî belgeyê, rêvebiriya Moskovayê ji bo ev peyman dîsa têkeve meriyetê du şert û mercan ji rêvebiriya Washîngtonê daxwaz dike.

    Ji aliyê din ve tê payîn ku ev pêşnûmaya qanûnî hetanî çarşema hefteya pêşiya me ji Konseya Federasyonê yê baskê jor ê parlamentoyê derbas bibe.

    Bi heman mijarî:

    Şanda parlamentoya Rûsyayê serdana jibo New Yorkê rakir
    Şanda Parlamentoya Ewropayê wê serdana Rûsyayê bike
    Nûnertiya Rojava çû serdana Parlamentoya Rûsyayê
    Pûtîn, ji bo Serokatiya Dumayê navekî nû peşniyar kir
    Li Rûsyayê 6 partî ketin Dumayê
    Etîketan:
    Peymana plutonyum a navbera Rûsya û Amerîka, Parlamentoya Dumayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de