03:47 21 Tebax 2017
Zindî
    Balafir

    Rûsya: Di êrîşa hewayî ya li nêzîkê Helebê de 6 kes mirin, li herêmê jetên Belçîkayê hebûn

    © Foto: SUKHOI COMPANY
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Li bakurê Sûriyeyê li bajarê Helebê di encama êrîşa hewayî de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat diyar kirin ku li herêmê balafirên F-16 ên Belçîkayê hebûn.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ku konseya herêmî ya Efrînê dane navenda şopandin a agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê di êrîşa li hemberî bajaroka Hassadjek a girêdayî Helebê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

    Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku Hêzên Hewayî yên Rûsyayê li wê herêma êrîşê tu operasyon lidar nexistine û hat gotin "pergalên kontrolê yên hewayî tespît kirin ku li wê herêmê 2 balafirên F-16 ên Hêzên Hewayî yên Mîrnişîniya Belçîkayê hebûn."

    Bi heman mijarî:

    Muxalîfan li Helebê êriş kirin: 3 mirî 27 jî birîndar
    Li Helebê şer gur bû: 37 sivîlan canê xwe ji dest da
    Peskov: " Ji bo behnvedana însanî ya Helebê em li benda piştgiriya dewletên rojavayî ne"
    Çurkîn: "Rêxistina El Nûsra ya wê ji Helebê vekişe an jî wê têk here"
    Şoygu: "Em operasyonên xwe yên li Helebê îro radiwestînin"
    Etîketan:
    jiyana xwe ji dest dan, êrîşa hewayî, herêm, balafirên F-16, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Efrîn, Heleb, Belçîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de