02:41 26 Nîsan 2018
    Konstantîn Kosaçev

    Kosaçev, encamên civîna Lozanê ya ji bo Sûriyeyê eşkere kir

    © Ruptly . Vladimir Fedorenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantîn Kosaçev ragihand ku civîna Lozanê da nişandan ku divê ev diyalog werin berdewamkirin.

    Moskova — Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantîn Kosaçev ji medyaya Rûsyayê re ragihand ku civîna Lozanê da nişandan ku divê ev diyalog werin berdewamkirin. Li gorî şîroveyên hinek kesan ne ku tu encam jê derneketiye ye.

    Konstantîn Kosaçev di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez vê civînê wekî civîneke ku tu encam jê derneketiye nabînim. Her wiha Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî di axaftina xwe de ‘ji bo berdewamiya civînan nêrîneke hevpar heye.' Wekî din dîsa tekoşîna bi terorîzmê re hat dupatkirin."

    DERFETA RÛSYAYÊ KU DI DIYALOGÊ DE ÎSRAR BIKE HEYE

    Kosaçev di dirêjiya axaftina xwe de got: "Divê di mijara Sûriyeyê de hevdîtin berdewam bikin. Rûsya, wekî hêzeke têr, meşru û araskirî dikare ji bo diyaloga mijara Sûriyeyê îsrar bike. Di civînê de ji bo sepandina berdewamiya peymana agirbestê û veqetandina mûxalifên nerm û grûbên terorîst bi her awayî piştgiriya me hebû. Di hevdîtinan de berdewamiya diyalogê û emcamdayîna wê hat nişandan."

    Bi heman mijarî:

    Kosaçev dema veqetandina Rûsyayê ji Sûriyeyê daxuyand
    Kosaçev: "Hetanî Obama ji ser kar neçe bi Amerîkayê re peymanên nû çênabin"
    Kosaçev: Erdogan ji bo serokatiya xwe misoger bike, Yildirim anî ser serokwezîriyê
    Kosaçev: ‘Tirkiye, ji bo kêmasiyan ji Rûsyayê re bibîne li mahneyan digere'
    Etîketan:
    Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê, Civîna Lozanê ya ji bo Sûriyeyê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Konstantîn Kosaçev, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de