13:24 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan û Vladimîr Pûtîn

    Kommersant. "Tu nuqteyeke ku Pûtîn û Erdogan li ser li hev nekirin nema"

    © Foto: AA/ Kayhan Özer
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Nûçegihanê Rojnameya Kommersantê yê Kremlînê Andrey Kolesnîlov di gotara xwe ya ji bo serdana Pûtîn de got: "Tu nuqteyeke ku Pûtîn û Erdogan li ser li hev nekirin nema."

    Navenda Nûçeyan - Nûçegihanê Rojnameya Kommersantê yê Kremlînê Andrey Kolesnîlov di gotara xwe ya ji bo hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de got: "Xuyaye tu nuqteyeke ku Pûtîn û Erdogan li ser li hev nekiribin nemaye."

    Recep Tayyip Erdogan û Vladimîr Pûtîn
    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Andrey Kolesnîkov di gotara xwe de got: "Pûtîn û Erdogan wekî ku tu tişt nebûye li kêleka hev rûdiniştin. Xuyaye tiştê ku hatiye serê balafira Rûsyayê herdu serok jî şok kiriye."

    DIBE EV DOSTANÎ DI FERSENDA PÊŞÎ DE DÎSA TÊK HERE

    Kolesnîkov di berdewamiya nivîsa xwe de bal kişand ser têkiliyên herdu welatan û got: "Li gorî diyarî çav, xuyaye ku Pûtîn û Erdogan tu mijar nemaye ku îro li hev nekirine. Hev dostanî, hevaltî û gogirtî îro her çikas bi hêz û xurt be jî helbet di fersendekê de dibe dîsa têk here."

    PÛTÎN LI TIRKIYEYÊ, JI ORTAÇ Û TARKAN BÊTIR TÊ NASÎN

    Rojnamevanê rûsî di direjiya nivîsa xwe de li Tirkiyeyê nêrîna Pûtîn nirxand û got: "Ji dema xistina balafira rûsî Su-24ê û hetanî îro di vê dema borî de Serokê Rûsyayê Pûtîn ji stranbêjê navdar Serdar Ortaç heta ji Tarkan jî bêtir nasyar bûye."

    Bi heman mijarî:

    Kommersant: "Ji bo derengmayîna firînên charterê daxwaza çûna Tirkiyeyê kêm bû"
    Kommersant: "Dibe Erdogan di meha tebaxê de bi Pûtîn re hevdîtinê bike"
    Kommersant: 'Rûsyayê li sûrî serkeftina dîplomatîk ya yekemîn bidest xist'
    Hevdîtina Pûtîn û Erdogan dest pê kir
    Pûtîn: "Rûsya amade ye cih di nava bergiriyên petrolê de bigire"
    Etîketan:
    Fersenda başbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê dewleta Rûsyayê, Nûçegihanê Rojnameya Kommersantê yê Kremlînê, Recep Tayyip Erdogan, Vladimîr Pûtîn, Andrey Kolesnîlov, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de