16:53 19 Hezîran 2018
Rusya Savunma Bakan Yardımcısı Anatoliy Antonov

Komên muxalîfên di lîsteya Amerîkayê de ne girêdayê DAIŞê û El Nusrayê derketin

© AP Photo / Wong Maye-E
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Wezîrê Parastina Rûsyayê Anatoly Antonov encamê lêkolînên ku lîsteya komên muxalîf di 27 Îlonê de Amerîka pêşkeş kiribû eşkere kir û ragihand ku 2 komên girêdayê DAIŞê 8 komên din jî girêdayî rêxistina El Nusrayê ne.

Navenda Nûçeyan — Antonov diyar kir ku Rûsya di 26ê Sibatê de lîsteya 47 komên muxalîfên nerm û ji bo agirbestê amadene pêşkeşî Amerîkayê kirine û agahiyên cihên terorîstên DAIŞê û El Nusrayê jî veguhestine û wiha pê de çû:

"Amerîka jî lîsteya komên muxalîf pêşkeşî me kir. Di encamê lêkolînên me de 2 komên girêdayî DAIŞê 8 jî yê El Nusrayê derketin."

Antonov da zanîn ku Rûsya agahiyên noqteyên civînê yên li herêmên cuda yên terorîstên El Nusrayê ji Amerîkayê standine, lê vê yekê derfeta bijartina terorîstan ji muxalîfên nerm nedayeme.

AMERÎKA XETA SOR YEKALÎ DA SEKINANDIN

Antonov, destnîşan kir ku xeta sor ya di navbera navenda analîze ya li Ammanê yê Amerîkayê û Baregeha Hmeymîmê ya Rûsyayê rayedarên amerîkî di 28ê Tîrmehê de yek alî dane rawestandin. Moskovayê perpirsyariya xwe ya li Sûriyayê bicih anît û têkoşîna hevpar ya li dijî terorîzmê jî ji ber helwesta Amerîkayê pêk nehat.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Rûsya amade ye, pêşniyara NYyê ya Helebê qebûl bike
Rûsya: Dibe ku em vegerin baregehên xwe yên lêşkerî yên li Kuba û Vietnamê
Parlamenterê AKPê: "Rûsya û Tirkiyeyê hev temam dikin"
'Bo çareseriya şerê Sûriyeyê divê DYA û Rûsya lihev bikin'
Rûsya careke din venêrînerên xwe yên çandinî dişîne Tirkiyeyê
Etîketan:
pêşkeşî, lêkolîn, lîste, el nusra, DAIŞ, muxalîf, kom, Wezareta Parastina Rûsyayê, Anatoly Antonov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de