10:30 24 Hezîran 2018
Qedir Cemîl

Qedrî Cemîl: Gotinên Plana B yên DYAyê gefên pûç in

© Foto : AA/Sefa Karacan
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Eniya Gel yê ji bo Azadî û Guhertinê ya Sûriyê Qedrî Cemîl, daxuyaniyên DYAyê yên derbarê amadekariya Plana B ya ji bo Sûriyê nirxand û diyarkir ku planeke alternatif ya ji bo çareseriya krîza Sûriyê ya Washingtonê nîne.

Moskova — Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Antony Blinken gotibû ku ji bo gihiştina armanca bidawîanîna şerê navxweyî yê li Sûriyê û ji bo bidawîanîna pêvajoya derbasbûna siyasî ew vebijarkên din bi awayekî çalak dinirxînin.

Cemîl ku pirsên rojnamegeran bersivand got: "Ti planeke B ya DYAyê ji bo Sûriyê nîne. Ev, ji bilî dengên vala ne tiştekî din e ku Washington, dixwaze bêkêriya xwe ya di mijara bandora li ser Sûriyê de veşêre." Cemîl bibîr xist ku Serokê DYAyê Barack Obama tunebûna şensê xwe yê di vekirina eniyeke nû ya li Sûriyê de qebûl nake û wiha berdewam kir: "Wezîfeyeke wisa hilgirtin ku nikarin biserkevin û her daîm biryaran diguherînin."

Bi heman mijarî:

Lavrov: Rûsya amade ye, pêşniyara NYyê ya Helebê qebûl bike
Lavrov: Em dixwazin planê De Mistura bi baldarî lêbikolin
Rûsyayê piştgirî da planên De Mistura yê ji bo El Nûsrayê
Lavrov û Steinmeier li ser planê Helebê yê De Mistura axivîn
'Ger Rûsya û Amerîka li hevdu nekin, planekî B yê Pentagonê tune ye'
Etîketan:
gef, Plana B, Antony Blinken, Barack Obama, Qedrî Cemîl, DYA, Sûriye, Washington, Moskova
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de