00:55 19 Sibat 2018
Zindî
    PÎrozbahiyên li Baregeha Hewayî ya Hmeymîmê

    Dûmayê peymana Hmeymîmê ya ji bo bicihbûna leşkerên Rûs pejirand

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Peymana ku derfetê dide hêzên hewayî yên Rûs ku bi awayekî bêdem li Baregeha Hmeymîm a li bajarê Lazkiye yê Sûriyeyê xwe bi cih bikin, ji aliyê Dûma ya binbaskê parlamena Rûsyayê ve hat pejirandin.

    Navenda Nûçeyan — Di dengdayîna li Dûmayê de ji 449 wekîlan 446 wekîlan peymana Hmeymîmê ya bi hikumeta Sûriyeyê re hatibû îmze kirin, pejirandin.

    Tê payîn ku peyman li Konseya Federasyonê ya baskê jor ê parlamentoyê jî di 12ê Cotmehê de were nirxandin. Serokê Komîteya Parastinê ya Konseya Federasyonê Viktor Ozerov gotibû senator amade ne ku piştgiriyê bidin peymanê. Lê Ozerov diyar kiribû ku bêdemiya peymanê nayê wê wateyê ku Rûsya ‘wê heta hetayê bi hikumeta Sûriyeyê re li dijî terorê têbikoşe.'

    Peyman adi derbarê Hmeymîmê de di Tebaxa 2015a de bi hikumeta Sûriyeyê re hatibû îmze kirin.

    Etîketan:
    leşkerên rûsî, pejirandin, Peymana Hmeymîmê, Konseya Federasyonê ya Rûsyayê, Dûmaya Dewleta Rûsyayê, Viktor Ozerov, Lazkiye, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de