01:13 18 Hezîran 2018
Sergey Lavrov

Lavrov û Steinmeier li ser planê Helebê yê De Mistura axivîn

© Sputnik / Mihayil Klimentyev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Hat dayar kirin ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hemkarê wî yê Almanyayê Fran-Walter Steinmeier amade ne ku pêşniyara Helebê ya Nûnerê Taybetê Sûriyeyê yê NY Staffan de Mistura binirxînin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Lavrov û Steinmeier îro bi riya telefonê axivîn û rewşa li Sûriyeyê nirxandin.

Wezîran anîn ziman ku ew amade ne ku planê De Mistura yê ji bo derxistina milîtanên Fetih El Şamê (bi navê xwe yê berê El Nûsra) ji rojhilatê Helebê binirxînin. Lavrov derbirî ku divê terora li Sûriyeyê bi bihêzkirina rejîma agirbestê û hewldanên piştgiriya çareseriya pirsgirêkên mirovî û çareseriya siyasî re ji holê were rakirin.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Rûsya amade ye, pêşniyara NYyê ya Helebê qebûl bike
Lavrov: Em dixwazin planê De Mistura bi baldarî lêbikolin
Kerry û Lavrov derbarê rewşa Sûriyeyê de hevdîtin kirin
Lavrov: Em amadene ku hevkariyê bi welatên Misilman re bikin
Lavrov: Çareseriya Sûriyeyê, dê rewşa Libnanê baştir bike
Etîketan:
amadebûn, plan, nirxandin, hevdîtin, Fetih El Şam, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê, Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê, Frank-Walter Steinmeier, Staffan de Mistura, Sergey Lavrov, Sûriye, Heleb, Almanya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de