00:32 19 Sibat 2018
Zindî
    Aleksey Meşkov

    Meşkov: "Dibe bi Tirkiyeyê re eleqedar em xeberekê ji Gazpromê bistînin"

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Aleksey Meşkov ragihand ku em bi Tirkiyeyê re zêde xebatan dimeşînin û dibe ji nêz de ji Gazpromê em xeberekê wergirin.

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Aleksey Meşkov di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku em bi Tirkiyeyê re zêde xebatan dimeşînin û dibe ji nêz de ji bo encamên xebatê ji Gazpromê em xeberekê wergirin. Berpirsên Gazpromê ji bo projeya înşaeta Herka Tirkî bi hemkarên xwe yên Tirkiyeyê re xebatan dimeşînin. Ez hêvî dikim hetanî demeke kin em xeberekê encambûnê wergirin.

    Li gorî şîroveyên piştî daxuyaniya Aleksey Meşkov hat kirin, ji bo Herka Tirkî dibe di demeke nêz de di navbera herdu hikumetan de peymanek were îmzekirin. Lewra Wezîrê Enerjî yê Rûsyayê Aleksandr Novak jî gotibû: "Wezîfeyeke min din jî heye ku ez peymana navbera herdu hikumetan hetanî 9 û 13ê Cotmehê Kongreya Enerjî ya Cihanê amade bikim e."

    PÛTÎN Û ERDOGAN DÊ HINEK BELGE ÎMZE BIKIN

    Ji aliyê din ve îro Ofîsa Ragihandin a Kremlînê jî di eşkerekirina bernameya Pûtîn û Erdogan de gotibû, herdu serok wê di çarçoveya Kongreya Enerjî ya Cihanê de hevdîtinekê pek bînin û di hevdîtinê de ji xeyrî nirxandina pirsgirêkên herêmî û mijara Sûriyeyê, wê hinek belgeyan jî îmze bikin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Tirkiye wê derbarê ewlehiya berhemên çandiniyê hevdîtinan bikin
    "Divê Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiye ji bo bidawîkirina şerê Sûriyeyê hevkariyê bikin"
    Yardim: " Divê Rûsya û Tirkiye li Rojhilata Navîn hevkariyeke zêdetir bikin"
    Canikli: Her ku diçe Tirkiye û Rûsya hîn nêzîkê hevdu dibin
    ‘Di pirsgirêka kurd a Sûriyê de Tirkiye, Îran û Rûsya wek hev difikirin'
    Etîketan:
    Fersenda başbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Kongreya Enerjî ya Cihanê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Aleksandr Novak, Aleksey Meşkov, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de