03:46 19 Hezîran 2018
DAIŞ

Li Înguşetiyayê yek jê nûnerekî DAIŞê bi tevahî 6 terorîst hatin kuştin

© AP Photo /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Komîteya Têkoşîna li dijî Terorê ya Rûsyayê daxuyand ku nûnerekê DAIŞê jî di nav de 6 miltînaên ku ji Sûriyeyê hatibûn, hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan — Komîteya Têkoşînê ya li dijî Terorê li ser şer ê ku li Komara Înguşetiya ya girêdayî Federasyona Rûsyayê ku di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstan de qewimî daxuyanî da û diyar kir ku li Nazranê 4, li Gazî Yûrdê jî 2 milîtan bêbandor hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin "li gorî agahiyên hatine bidest xistin, din ava milîtanên hatin kuştin de nûnerê DAIŞê Zubayrî Saûtiyev ê ku ji Sûriyeyê hatiye Rûsyayê jî heye."

Hat diyar kirin ku li herêma şer qewimî tifingên otomatîk, tebance, bombeyên destan û êlekên xwekujiyê hatin dîtin.

Bi heman mijarî:

DAIŞê bi çekên kîmyewî êriş kir
Bajarokê stratejîk ji destê DAIŞê hat derxistin
DAIŞê êrişî ASAyê kir: 20 kuştî û bi dehan birîndar
DAIŞê bi çekên kimyewî êrîşê gundê Ûm El Hoşê kir
FETO, êrişa Enqere ya ku DAIŞê pêk anî rojek berê zanibû
Pêşmergeyan mîrekî DAIŞê girt
Etîketan:
hatin kuştin, terorîst, milîtan, Komîteya Têkoşîna li dijî Terorê ya Rûsyayê, DAIŞ, Zubeyrî Saûtiyev, Sûriye, Komara Înguşetya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de