07:04 19 Sibat 2018
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Rûsya amade ye, pêşniyara NYyê ya Helebê qebûl bike

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir, Rûsyayê ragihand ku ew amade ne, ji hikûmeta Sûriyeyê daxwaz bikin ku qebûl bike, milîtanên El-Nusrayê li gel çekên xwe ji bajarê Helebê derkevin.

    Navenda Nûçeyan — Lavrov teqez kir ku divê dijberên ku bi El-Nusrayê û rêxistinên terorîst re hevkariyê nakin, misogeriyeke nivîskî bidin û bi wî awayî komên ji El-Nusrayê veqetiyane dikarin bi hêzên hikûmetê re organên hevbeş çêkin ta ku ewlehiyê dabîn bikin.

    Herwiha wezîrê rûs teqez kir, Rûsya amade ye bangî hikûmeta Sûriyeyê bike ta ku bihêle milîtanên El-Nusrayê tev çekên xwe ji bajarê Helebê derkevin.

    Nûnerê Taybet ê NYyê ji bo Sûriyeyê Staffan De Mistura pêşniyar kir ku ew bi awayekî şexsî bi Cebhet Fetih El-Şamê(berê wek El-Nusra dihat nasîn) re biçe ta ku ji Helebê derkevin.

     

    Bi heman mijarî:

    Kerry û Lavrov derbarê rewşa Sûriyeyê de hevdîtin kirin
    Lavrov: Çareseriya Sûriyeyê, dê rewşa Libnanê baştir bike
    Lavrov: Em amadene ku hevkariyê bi welatên Misilman re bikin
    Lavrov: Amerîkayê em neçar hiştin ku em peymana plutonyumê rawestînin
    Lavrov: Peymana Sûriyê ji ber helwesta DYAyê ya nediyar hate sekinandin
    Lavrov û Kerry derbarê Sûriyeyê de hevdîtin kirin
    Etîketan:
    El-Nusra, Staffan de Mistura, Sergey Lavrov, Sûriye, Heleb, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de