23:53 22 Sibat 2018
Zindî
    Nikolay Pankov

    Rûsya: Dibe ku em vegerin baregehên xwe yên lêşkerî yên li Kuba û Vietnamê

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Nikolay Pankov got me mijara veger a ji bo baregehên Rûs ên berê yên li Kuba û Vietnamê xistiye rojeva xwe.

    Navenda Nûçeyan — Pankov diyar kir ku ew li ser vê mijarê dixebitin û di derbarê naveroka mijarê de nexwest hîn zêde agahiyan bide. Pankov anî ziman ku rêveberiya Wezareta Parastinê niha biryarên di derbarê girtina baregeh ên li wan welatan de ji nû ve dinirxîne.

    Cîgirê Serokê Komîteya Tekiliyên Derve yê Dûmayê Aleksey Çepa jî berê di daxuyaniyeke xwe de gotibû "Moskova divê hebûna me ya li herêmên din ji nû ve binirxîne. Ez bawer dikim ku ji nû ve vekirina baregehên li Amerîkaya Latînê, Başûrê Rojhilat ê Asyayê û Efrîqayê wê li gorî berjewendiyên Rûsyayê bin."

    Li Kuba û Vietnamê heta sala 2002ya baregehên leşkeri yên Sovyet û Rûsyayê hebûn. Li bajarê Cam Rahn ê Vietnamê filoya Rûsyayê hebû, li bajarê Lourdes ê Kubayê jî navenda îstîxbaratê ya radyo-elektronîkê ya Rûsyayê hebû.

    Bi heman mijarî:

    'Bo çareseriya şerê Sûriyeyê divê DYA û Rûsya lihev bikin'
    Rûsya keştiya xwe ya şer a bi navê 'Miraj' dişîne Sûriyeyê
    Le Pen: "Dema Amerîka xwe bi Esad re diewiqand, Rûsya şerê terorîstan dikir"
    Rûsya: DYA xebatên sîxurî yên derbarê dîplomatên rûs zêde kir
    Rûsya: DYA di sepandina peymana agirbestê de bi bin ket
    Rûsya: Amerîka dixwaze berpirsyariya xwe ya li Sûriyeyê bixe ser milê hinekên din
    Etîketan:
    vegerîn, baregehên leşkerî, Cîgirê Serokê Komîteya Tekiliyên Derve yê Dûmayê, Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê, Aleksey Çepa, Nikolay Pankov, Efrîqa, Amerîkaya Latîn, Cam Rahn, Louders, Sovyet, Vîetnam, Kuba, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de