10:48 22 Hezîran 2018
Vladimir Pûtîn û Recep Teyip Erdogan

Kremlîn, rojeva Pûtîn û Erdogan a Stenbolê eşkere kir

© Sputnik / Sergey Guneev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Ofîsa Ragihandin a Kremlînê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Pûtîn û Erdogan li Stenbolê di berî civîna Kongreya Enerjî ya Cihanê wê hevdîtineke dualî pek bînin.

Recep Tayyip Erdogan û Vladimîr Pûtîn
© REUTERS / Sergei Karpukhin
Navenda Nûçeyan — Ofîsa Ragihandin a Kremlînê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 10ê Cotmehê de diçe Stenbolê û bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re berî civîna Kongreya Enerjî ya Cihanê wê hevdîtineke dualî pek bîne, di hevdîtinê de wê mijarên herêmî û navnetweyî yên ku herdu welatan eleqedar dike biaxivin û hinek belgeyan îmze bikin.

Her wiha çend roj berê Wezîrê Enerjî yê Rûsyayê Aleksandr Novak di daxuyaniya xwe de gotibû: "Wezîfeyeke min a qedandina peymana projeya Herka Tirkî ya nevbera herdu hikumetan hetanî Kongreya Enerjî ya Cihanê heye."

PÛTÎN WÊ DI KONGREYA ENERJIYÊ DE BIAXIVE

Di vê navberê de li gorî daxuyaniya Kremlînê Serokê Rûsyayê Pûtîn li Stenbolê wê di Kongreya Enerjî ya Cihanê de biaxive û bi Serokê Dewleta Venezuellayê Nicolas Maduro re hevdîtineke dualî pek bîne.

MIJARA SÛRIYE Û NORMALÎZEBÛNÊ DÊ WERIN NIRXANDIN

Berdevkê Ofîsa Rahigandin a Kremlînê Dmitriy Peskov jî di civîna çapemenî de got: "Pûtîn û Erdogan pêşî wê mijara pêvajoya normalîzebûna Rûsya û Tirkiyeyê û paşî jî rewşa Sûriye ya dawî binirxînin."

Ev serdana Serokê Rûsyayê Pûtîn ji bo Tirkiyeyê piştî xistina balafira Su-24 a rûsî cara yekemîn e.

Bi heman mijarî:

Kremlîn: "Me biryara Amerîka ya hevkariya nûkleerî xiste fermiyetê"
Kremlîn: Dibe ku Pûtîn di meha cotmehê de serdana Tirkiyê bike
Kremlîn: "Em ji pêvajoya peymana agirbesta Sûriyeyê kêfxweş in"
Kremlîn derbarê hevdîtina Netenyahû - Abbas de daxuyanî da
Kremlîn: Dibe ku Pûtîn û Obama sibê hevdîtinekê pêk bînin
Etîketan:
Kongreya Enerjî ya Cihanê, Hevdîtina Pûtîn û Erdogan, Berdevkê Ofîsa Ragihandin a Kremlînê, Nicolas Maduro, Recep Tayyip Erdogan, Vladimîr Pûtîn, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de